Navenda Nûçeyan
Li gorî dezgehên çapemeniyên Tirkiyê, keştiya lêkolînê ya Tirkiyê ‘Oruç Reîs’ li rojhilatê deryaya Spî dê dest bi lêkolîneke nû bike ku wê heta 15’ê hezîranê bidome û ev yek jî hişyariya rûdana aloziyeke nû derdixe holê.
Tê zanîn ku Tirkiyê bi Yewnanistan û Qibrisê re li ser mafê lêgerîna li herêmên rojhilatê deryaya Spî, di nava aloziyekê de ye.
Di lûtkeya dawîn a lîderên Yekitiya Ewropayê de, biryar hate dayîn ku amadekariyên cezayên sînordarî li dijî kesayetên tirk were kirin.