Navenda Nûçeyan
Serokê DYA’yê Donald Trump têkildarî êrişa li Bexda li dijî balyozxaneya wan pêk hatî twitterek parvekir. Di di twittera xwe de wiha dinivîse; “Balyozxaneya me ya li Bexdayê roja yekşemê kete ber êrişa mûşekî. Ji wan mûşekan sê mûşek neteqiyane. Texmîn bikin ew mûşek ji ku hatine; Îran. Niha guhê me lê ye li ser wê yekê diaxivin ku êrîşeke din bi ser Amerîkiyan de li Iraqê dê were kirin. Hinek şîretên min ji bo Îranê hene; eger amerîkiyek jî were kuştin, gunehê wî li stûyê Îranê ye. Bila baş bifikirin.”
Donald Trump wêneyeke sê mûşekan parve kir û diyar dike ku ew mûşek ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin û li Bexdayê bi ser Balyozxaneya Amerîkayê de hatine avêtin.
Wezareta Derve ya Îranê hişyarî da Amerîkayê û ragehand, “Di vê demê de hikûmeta Amerîkayê berpirse ji her kareke dijî Îranê.”
Wezareta Derve ya Îranê êrîşa li dijî balyozxaneya Amerîka û berjewendiyên wê yên li Iraqê hebe red kir û ragihand ku Amerîka û hevpeymanên wî li Rojhilata Navîn hewldana zêdekirina aloziyên nû dikin.