Li Amedê li nexweşxaneyeke taybet nexweşê bi navê Ahmet Çûbûk ji ber nexweşiya Covîd-19’ê jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina wî derket holê ku Çûbûk ji ber sûcê adlî bi nasnameyekî sexte hatiye nexweşxanê.
Li gor agahiyên ku ji nasên Ahmet Çûbûk (53) hatin girtin, Çûbûk 15 sal berê di encama pevçûna nav eşîra Menda ya ku girêdayî navçeya Sêwerekê ya taxa Qerejdaxê ye kesekî kuştiye û du caran muebbet xwariye. Hat diyarkirin Çûbûk bi nasnameyeke sexte ev 15 sal in bi qaçaxî jiyaye. Ji ber nexweşiya koronayê ev 10 roj in li nexweşxaneyeke taybet a Amedê dihat dermankirin. Hat zanîn Çûbûk vê sibehê jiyana xwe ji dest daye. Piştî mirina wî ji aliyê nexweşxaneyê ve hat tespîtkirin nasnameya ku ji bo tedawiyê li nexweşxaneyê qeyda wî hatiye çêkirin û nexweş bi xwe kesên cuda ne. Hat hînbûn ku piştî tespîtkirina vê nasnameya sexte, lêpirsîn hatiye destpêkirin. AMED