Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo Roboskiyê ji bîr neke û nede jibîrkirin li ber goristanê xanî çêkir

Zekî Tosûn ku di Komkujiya Roboskiyê de kurê wî Mehmet Alî Tosûn hat qetilkirin, ji bo ji bîr neke, nede ji bîr kirin li hemberî goristanê xanî çêkiriye

Zekî Tosûn ku kurê wî Mehmet Alî Tosûn di Komkujiya Roboskiyê de hat qetilkirin, anî ziman ku pêvajoya hiqûqî ya li Enqereyê ser wê hat girtin dê nikaribe ser rastiyê binixumîne. Bav Tosûn bi bîr xist ku zarokên wan ji ber ji xwe re mazot, şekir, çay û birinc dianîn û tu fiyetê wan bidî ser hev ancax 50-100 lîre dikin, lê belê bi bombeyan hatin kuştin û destnîşan kir ku piştî komkujiyê mal û milk li ber çavê wî bêqîmet bûne.

Di axaftina xwe de Tosûn diyar kir ku 9 sal di ser komkujiyê re derbas bûne lê belê hîn jî ji bo wan wekî roja ewil e û wiha domand: “Em her tim çetel û kevçiyê Mehmet Alî jî datînin ser sifreya xwe. Me bawer nedikir ku miribe. Û hema kêliyekê be jî ji bîra me derneket. Heya niha me qet ji bîr nekiriye. Ez hîn jî bi navê Mehmet Alî bang li zarokên xwe dikim. Em ê tu carî van mirovan ji bîr nekin. Piştî vê bûyerê derûniya me hemûyan xera bû. Diya wî bi şev û bi roj navê wî tîne ziman.”

Xeyala kurê wî

Her wiha bav Tosûn ku li ber goristana 34 kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin xanî çêkiriye, ev tişt anî ziman: “Goristan li ber me ye. Carinan gava em li wê goristanê mêze dikin, em digirîn. Ji bo em van 34 mirovan ji bîr nekin, min li hember goristanê xanî çêkir. 3 sal in di vî xaniyî de me. Kurê min tim digot ‘Bavo heger em xaniyekî çêbikim, em li vê derê çêbikin.’ Ev xeyala wî bû. Min ev xênî jî li ser navê Mehmet Alî çêkir. Her kes dibêje mala Mehmet Alî. Em ê tu carî ji bîr nekin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar