Navena Nûçeyan
Li gorî rojnameya Şerq El-Ewsatê Wezareta Tenduristiyê ya Fransayê duh ragihand ku kesek bi cureya nû ya koronayê ketiye ku di vê dawiyê de ji Brîtanayê vegeriyabû bajarê Toursê.
Wezaretê bi bîr xist ku hemwelatiya fransî li Brîtanyayê dima û tu nîşaneyê nexweşiyê lê xuya nedikirin. Lê piştî ku ji Londonê di 19`ê kanûnê de vedigere Fransayê piştî du rojan nîşaneyê nexweşiyê lê xuya bûne.
Li Japonyayê jî hat tesbîtkirin ku kesek bi cureya nû ya koronayê ketiye.
Li Almanyayê jî jinek ku ji Londonê hatiye, bi cureya nû ya koronayê ket. Li Lubnanê jî rêwiyek ku ji Londonê hatiye, bi cureya nû ya koronayê ket.