Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku ji 7’ê tebaxa 2019’an ve nikarin muwekîlê xwe bibîne, Emran Emekçî li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê û greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li girtîgehan hatiye destpêkirin axivî.
Emekçî anî ziman ku ew tecrîda li Îmraliyê weke qadeke polîtîk dibînin, ev sîstem modeleke DYE’yê ye û beriya Girtîgeha Gûantanamoyê li Îmraliyê hat ceribandin û diyar kir ku armanc ji tecrîd û zexta vê sîstemê şikandina îradeya muxalîf e.
Emekçî destnîşan kir ku di nav 21 salan de kirin nekirin ev hewldana xwe bi ser nexistin û anî ziman ku berevajî vê yekê, xeta demokratîk û azadîparêz a ku muwekîlê wan Ocalan temsîla wê dike, hîn xurtir bû û bû xwedî pênaseyeke bi hêz a îdeolojîk.
Parêzer Emekçî ragihand ku ji ber ku nekarîn îradeya muwekîlê wan teslîm bigirin, niha tecrîdê girantir dikin û destnîşan kir ku ev yek şêweyekî îdama postmoder ne.
Tecrîd pirsgirêkek pergalî ye
Di axaftina xwe de Emekçî bal kişand ser greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem a li girtîgehan ji bo rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin û anî ziman ku tecrîd pirsgirêkeke sîstemî ye, lewma bi grevên birçîbûnê bi dawî nabe û wiha domand: “Di greva birçîbûnê ya salên 2018-2019’an de ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat kirin, mîna ku Birêz Ocalan anî ziman ku tecrîd bi greva birçîbûnê bi dawî nabe. Tecrîd ku sîstemî ye, tenê bi bicihanîna wezîfeyên polîtîk, bi rêxistinbûna bi milyonan kesî, bi misogerkirina feraset û çanda demokratîk a li tevahiya welêt dikare bi dawî bibe. Bi desthilatdariya rêya sêyemîn, bi desthilatdariya HDP’ê û bloka demokrasiyê dikare ji holê bê rakirin. Jixwe zihniyeta heyî ya desthilatdariyê tenê bi tecrîdê dikare hebûna xwe bidomîne.”
Tecrî belavî her qadê bûye
Parêzer Emekçî da zanîn ku di rewşa heyî de sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê niha li girtîgehan hemûyan û li her qada jiyanê belav bûye û diyar kir ku ev tecrîda topyekûn bi rêxistinkirina bloka demokrasiyê dikare ji holê bê rakirin.
Biryara DMME’yê ya derbarê Ocalan de
Emekçî got ku li gel astengiyan hemûyan jî ew têkoşîna hiqûqî dewam dikin, raporên ku amade kirine pêşkêşî CPT kirine, di heman demê de hewldanên xwe yên têkildarî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2014’an a li ser Ocalan dewam dikin.
Her wiha Emekçî biryara DMME’yê jî bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hûn jî zanin ku DMME’yê di biryara xwe ya 2014’an de diyar kir ku herî zêde 25 sal ceza dikare li Birêz Ocalan bê birîn. Sala 2024’an 25 sal tijî dibe. Em li Komîteya Wezîran bi daxwaz û raporan hewl didin vî karî hîn bi lez bidin kirin lê belê tevî ku 6 sal di ser re derbas bûn, ji bo bicihanîna vê biryara DMME’yê mixabin biryareke pêşniyarê jî nehat dayîn. Rastiyeke bi vî rengî ya Ewropayê ya mijûlkirinê heye. Yanî divê ne tenê tecrîd, her wiha azadiya wî jî bibe rojev; divê tecrîd bê bidawîkirin, bê azadkirin.” STENBOL