Navenda Nûçeyan
Filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ ya li ser berxwedana 100 rojî ya Sûrê (Amed) ku di sala 2019’an de li bajarê berxwedanê Kobanê hatibû kişandin û di sala 2020’an de dest bi nîşandana wê hatibû kirin, li asta cîhanê de rastî eleqeyeke mezin tê. Tevî qedexeya derketina derve ya ji ber koronayê jî, film li gelek welatên Ewropayê, Japonya, Hîndistan, Koreya Başûr û Kurdistanê hat nîşandan. Di nava salekî de herî kêm li 10 welatan hat nîşandan.
Filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ di nava salekî de tev li 12 festîvalên filmên herêmî û navnetewî yên weke Festîvala Filman a Kolkata ya Hîndistanê, Festîvala Film a Rottedarm ya Hollandayê (Europa), Festîvala Film a Rojava, Festîvala Film a Lêlûn û hwd. bû. Ji derveyî festîvalan li seranserê bajarên Rojava bê beramber ji gel re hat nîşandan. Li kampa penaberan a Mexmûrê jî ji bo gel hat nîşandan. Li bajarê Silêmaniyê di serê salê de hat plankirin li Sînema Salim were nişandan lê asayîşa Silêmaniyê li ser daxwaza dewleta tirk asteng kir. Tevî wê yekê jî li Zankoya (zanîngeh) Silêmaniyê ji bo xwendekaran hatibû nîşandan.
Rastî eleqeyeke mezin tê
Derhênerê filmê Ersîn Çelîk diyar kir ku li hemû cihên ku film nîşandane rastî eleqeyeke mezin a hunerhezan, gel û ragihandinê hatiye û da zanîn ku li hinek cihan li ser daxwaza zêde 3 car hatiye nîşandan.
Çelîk anî ziman ku heya niha Xelata Film a Palmiye Vollance û Katalanê girtiye û niha jî ketiye rêza 5’an a filmên Rojavayê Asyayê.
Zimanê wê yê esasî ku kurdiye (kurmancî) jêr nivîsa wê bi zaravayê soranî jî hatiye çêkirin. Şîrketên japonî û spanî dûblajê zimanê japonî, spanî û portekîzî kirine. Her wiha bi zimanên biyanî almanî, fransî, îngilîzî, erebî, tirkî, katalanî, koreyî û îtalî jî hatine çêkirin. Bi giştî bi ji bo 13 zimanan hatiye wergerkirin.
Filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ ku berhema hevpar a ‘Komîna Film a Rojava’ ye û derhêneriya wî Ersîn Çelîk kiriye, di sala 2019’an de di dema pêngava rizgarkirina Reqayê de çend km. dûrî Reqayêye û di dema şer de hatiye kişandin. Film li du taxên Kobanê ku di êrîşên DAIŞ’ê de qet neketibûn, hatiye kişandin.
Film ji bûyer û karekterên rast pêk tê
Ersîn Çelîk li ser pirsa, herî zêde kîjan taybetmendiya filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ bala temaşevanan dikişîne jî ev agahiyan da: “Film ji bûyer û karekterên rast pêkdihat. Her wiha bûyerên germ û hîn berdewam dike bûn. Lîstikvanên di film de lîstin berê ezmûna wan a lîstikvaniyê nebû lê hemû bi şêweyekî beşdarê berxwedana li Rojava ya dijî DAIŞ’ê û berxwedana dijî dewleta tirk a li bakurê Kurdistanê bibûn. Weke ninûme 2 berxwederên Sûrê ku ji dorpêçê rizgar bibûn (Korsan Şervan û Heqî Amed) di nava film de rola xwe bi xwe lîstin. Ev mijaran tev hewayeke objektîf ji bo temaşevan dida. Ji ber filmê şer di nava bajarekî berxwedanê ya şer de hatiye kişandin, balê dikişîne. Gelek caran temaşevan dipirsin, gelo ev dokûmentere?”
Berxwedana bakurê Kurdistanê
Di axaftina xwe de Çelîk da zanîn ku berxwedana Rojava kêm zêde di warê ragihandin û hunerî de ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve dihat zanîn lê berxwedana bakurê Kurdistanê ku çend km ji sînorê Rojava dûrbû, komkujiyên li Bakur ji aliyê dewleta tirk ve hatin kirin, zêde ji aliyê kesî ve ne dihat zanîn, ji ber vê wan tercîheke wiha kirine û wiha pêde çû: “Cîhan çavê xwe ji komkujiyên dewleta tirk ên li ser gelê bakurê Kurdistanê re girt. Hewl tê li ser van komkujiyên Tirkiyeyê û berxwedana li dijî wê re girtin. Me jî ya ne hatiye dîtin, xwest nîşana herkesê bidin. Hema bêje sedî 90 temaşevanên biyanî agahiya xwe ji vê berxwedana dijî komkujiyên dewleta tirk nebûn. Ev film hişt ku raya giştî ji vê berxwedana bakurê Kurdistanê agahdar bibin.”
Filmekî kurdistanî
Ersîn Çelîk got ku ji ber Kurdistan dabeşê ser welatên herêmê hatiye kirin û parçe bûye, ji ber vê filmên kurdan timî li ser Îran, Tirkiye, Sûriye û hwd. didin nîşan lê filmê “Ji bo Azadiyê” raste rast weke filmekî kurdistanî û Kurdistanê hatiye kotegorîzekirin û naskirin.
Di berdewamê de Ersîn Çelîk derbarê astengkirina nîşandana film li bajarê Silêmaniyê jî diyar kir ku wan hemû amadekariyên xwe kiribûn, jêr nivîsa soranî amadekiribûn, reklam ji bo film kiribûn lê asayîş di encama zextên Tirkiyeyê de destûr neda were nişandan û got ku wan dixwest li Hewlêr û Dihokê jî bidin nîşan, ji ber belavbûna vîrûsa koronayê nekarîne bixin planê dê hewldana wan a ji bo Başûr berdewam bike.
Projeyeke nû
Çelîk ji hunermendên Başûr xwest li dijî qedexeyan derkevin û wiha domand: “Qedexekirin carna bi berhemên hunerî destpê dike, paşê ev qedexekirin ji bo hemû qadên jiyanê belav dibe. Em weke Komîna Film a Rojava bang li hunermendên Başûr dikin, xwedî li hunera azad derkevin û bi astengiyên li pêşiya hunerê re têbikoşin.”
Ersîn Çelîk li ser pirsa gelo ji derveyî nîşandana filmê “Ji bo azadiyê” qet planeke nû ya Komîna Film a Rojava û ya wî bixwe ya hunerî heye jî ev zanyarî da: “Ez niha li ser çîrokek dixebitim. Ev çîrok dîsa wê li ser berxwedana xweseriyê ya bakurê Kurdistanê be. Hevalê me Şêro Hindê jî li ser dengbêjên kurd dokumanterek amade dike. Dibe di demeke ne dûr de derkeve. Her wiha gelek xebatên komînê yên hunerî di nava salê de çêbûn û berdewam dikin.”
Çima ketiye lîsteya 5’an a filmên Rojavayê Asyayê?
Jûriyên hilbijartina filmên Asyayê sedema hilbijartina filmê ‘Ji bo azadiyê’ di çend xalan de rêz kiriye û behsa berxwedana kurdan dijî hovîtiya tirk hatiye kirin û weke filmekî şer ê serkeftî, xwedî taymendiyeke agahdarkirin û dokumenterî wesf dike.
Filmên Asya sedema tercîhkirina vê filmî wiha rêz kiriye;
-Kurd bi salan e dibin zilman tirkan de ne. Lê di nava van salên dawiyê de li gel têkoşîna bi artêşa tirk û polîsên wê re, kurd neçar mane rûberûyê DAIŞ’ê jî werin, ev jî wer kiriye rewş hîn xiraptir bibe.
-Film berhemeke komînal a Komîna Film a Rojava ya di şertên şer de hatiye kişandine. Dema Efrîn dihat bombekirin û li Reqa şer hebû, li Kobanê hatiye kişandin.
-Film behsa çîroka 60 ciwanên li bajarê Amedê (Sûrê) di sala 2015’an de dixwest dorpêçê bişikînin, dike. Têgotin di şerê 100 rojî de gelek kes bûne qurbanî, hema bêje Sûr hatiye tunekirin, tenê çend kes karîne jê rizgar bibin û ew jî di filmê de rol lîstine.
-Kêliya ku behsa çawaniya şehîdbûna birayê Zîlanê tê kirin, kêliya ku hemû şervan bihevre dikin û xatir xwestinê çend kêliyên bi bandor ên di hişê mirovan de dimînine. Filmeke gelek baş û yekpare hatiye destgirtine.
-Mijareke din a balkêş jî ew e ku film di heman demê de filmekî şer e. Film pir baş hatiye dayîn, xirbeyên heyî ji bo taybetmendiya aksiyonî ya film derfeteke baş dide û ji aliyê Çelîk ve jî baş hatiye birêvebirin. Armanca Çelîk ew bûye ku di film de agahdarî bike, ji dîmenên nepixandî dûr bisekine, hesasiyeteke dokumenterî nîşan bide û objektîf be.
Film niha li Îspanya û Katalonyayê tê nîşandan, dê bi biharê re jî hewl bê dayîn li Amerîkayê, Başûrê Amerîkayê, welatên Ewropa û Rojhilata Navîn were nîşandan.
Çavkanî: Rojnews