Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya kampanyaya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ li bajarê Pêrt ya Awûstûralyayê, bi balafirek ve nivîsa ‘Azadî bo Ocalan’ hate girêdan.
Balafir ji bo balê bikêşe ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser asîmanê welat çend caran geriya.
Endamên komîteya amadekar yên çalakiyê ragihandin ku ewê heya Rêber Ocalan azad bibe, çalakiyên xwe dewam bikin.