Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Parlamantoya Ereban: Daxuyaniyên Akar dijminahî ne û serdana wî ‘provokatîf’ e

Parlamantoya Ereban daxuyaniyên wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar red kirin û bi “daxuyaniyên dijminahiyê” bi nav kirin

Navenda Nûçeyan

Her wiha serdana wî ji Lîbyayê re bi serdaneke “provokatîf” bi nav kir û bang li Meclisa Ewlehiyê kir ku destwerdanên Tirkiyê yên li Lîbyayê rawestîne û çete û çekdarên tirk ji Lîbyayê derxe.

Serokê Parlamantoya Ereban Adil Bin Ebdulrehman El-Esûmî, daxuyaniyên dijminane û gefên wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar di serdana xwe ya “provokatîf” a dawîn ji Lîbyayê re xwarine, her wiha erêkirina parlamantoya Tirkiyê li ser hiştina leşkerên tirk li Lîbyayê heta 18 mehan, red kir.

El-Esûmî bi daxuyaniyekê tekez kir ku kiryarên bi vî rengî, destdirêjiyeke yekser li ser serweriya Lîbyayê ye û binpkirina ewlehiya neteweyî ya welêt e. Her wiha wekî binpêkirineke eşkere ya peymana NY`yê û biryarên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê yên girêdayî qedexekirina firotina çekan û şandina çete û çekdarên biyanî ji Lîbyayê re.

El-Esûmî wiha got: “Serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê û gefên ku xwarine, her wiha zêdekirina destwerdana li kar û barên Lîbyayê, di demekê de ku agirbest tê pêkanîn û dîlgirtiyên aliyên Lîbyayê bi hev tên guhertin, pêk tê.”

Serokê Parlamantoya Ereban diyar kir ku serdana Akar ji Lîbyayê re, niyetên dewleta tirk ên qirêjî ji bo astengkirina hemû hewldanên çareserkirina aloziya Lîbyayê û israra wê ya têkbirina xebatên siyasî yên bi sponsoriya NY`yê û gurkirina şerê Lîbyayê li gorî çavnebariyên xwe di xêr û bêrên gelê Lîbyayê de, eşkere dike.

Wezîrê parastinê yê tirk duh gef li Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê xwaribûn û tekez kiribû ku piştî êrişa li dijî hêzên Tirkiyê, dê artêşa Lîbyayê li her derê bibe “armanceke rewa”.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar