Navenda Nûçeyan
Li gorî rojnameya Washington Post a Amerîkayê, li gel pandemiya koronayê (Covid-19) û nakokiyên civakî, li cîhanê û heta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rojnamegerî di sala 2020’an de bû pîşeyeke herî xeternak.
Komîteya Parastina Rojnamevanan ankêteke salane çêkir û tê de destnîşan kir ku hejmara rojnamevanên girtî gihaşt 274 rojnamevanan.
Li gorî rapora Komîteya Parastina Rojnamevanan, vîrusa koronayê roleke mezin di zêdekirina çewisandinê de ya li dijî rojnamevanan lîst, ji ber amadekirina nûçeyên girêdayî pandemiyê û 2 rojnamevan bi vîrusê mirin.
Ji ber nakokiyên siyasî li gelek welatan, gelek rojnamevan hatin girtin. Li Belarûsyayê herî kêm 10 rojnamevan, li Etiyopyayê 7, li DYA`ê di xwepêşendanên “Black Lives Matter” de 110 kes bi tawanên cezayî hatin girtin û derdora 30 rojnamevan rastî êrişan hatin.
Ji aliyê hejmara rojnamevanên girtî ve Tirkiye piştî Çînê di rêza duyemîn de ye û derdora 37 rojnamevan li Tirkiyê girtî ne.