Navenda Nûçeyan
Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî, di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan bi rengekî bêdem-bidorveger greva birçîbûnê dest pê kiribû. Grev di roja 34’an de ye û bi koma 7’an dewam dike.
Yek ji girtîgehên ku greva birçîbûnê bi koma 7’an dewam dike Girtîgeha Tîpa H a Erzîromê ye.
Li gorî agahiyên girtî Davût Kamiş, Adem Çallar, Kahraman Varol, Abdulcelîl Taşçi, Fahrettîn Taş û Melîk Polat, her wiha 4 kesên ku navê wan nehat hînbûn li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.
Li Kampa Mexmûrê jî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya jinan li dijî tecrîdê tê lidarxistin dewam dike. Çalakî di roja 13’an de ye.