PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

KJK’ê ji bo xurtkirina têkoşîna hevpar bang kir

Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi sala 2021’an de ew dest bi saleke girîng û krîtîk bikin û wiha got: “Li dijî dewleta tirk a zordar ku xwedî heman mejî û zîhniyeta DAIŞ'ê ya şer û kaosê ye, em berxwedana xwe û têkoşîna  hevpar mezin bikin.”

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî sala 2020’an nirxand û diyar kir ku bi sala 2021’an ew dest bi saleke girîng û krîtîk dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona KJK’ê de wiha hat gotin: “Em di serdemeke welê de ne ku krîza herî kûr a dîroka mirovahiyê li ber derî ye. Ev serdem naşibe serdemên din, serdemeke cuda ye. Di vê demê de hêzên dewlet û desthilatdariyê hewl didin sîstema wan a mêtingeriyê bandorê li her kêliya jiyanê ya civakê û mejiyê mirovan bike, ji ber vê yekê jî pirsgirêk rû didin. Li her welatekî tengaviyeke mezin û neçareseriyeke kûr tê dîtin. Herî dawî bûyerên ku bi rastiya şewba kujer rû dan, rewşa mirovahiyê bi rengekî aşkera raxist pêş çavan. Bi vîrûsa koronayê aşkera bû ku dewlet û desthilatdarî bi çi rengî nêzî civakê dibin, bi polîtîkayên olperest, neteweperest û zayendîperest ên dewletan re maskeya li ber rûyê karakterê mêr ê faşîst bi temamî ket xwarê. Nexweşiya vîrûsa koronayê ji aliyê dewletan ve ji bo talankirina jin û mirovahiyê bi rengê herî zordar û zalimane hat bikaranîn.

Kurdistan li navenda kriz û kaosên mirovahiyê ye

Sîstema kapîtalîst modernîst tu carî nikare pirsgirêkên mirovahiyê û jinan çareser bike. Zîhniyeta xwe ji karakterê serweriya mêr e, mêtinger e. Ev sîstem tenê bi talankirina civakê, bi şer, bi xerakirina hevsengiya xwezayê, bi bêkarî, birçîhiştin û koçberkirinê zane. Bendemayîna alîkariya ji dewletê tê wateya bendemayîna alîkariya ji kujerê xwe.

Kurdistan ku li navenda rastiya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn e, di navenda krîz û kaosên mirovahiyê de ye. Girêk hemû li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê, li nava têkoşîna azadiyê ya jinên kurd e.

Sekn û berxwedana Rêberê me Abdullah Ocalan a li Zindana Îmraliyê dîrokî ye. Ne tenê ji bo gelê kurd, di heman demê de ji bo jinan, ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê dîrokî ye. Parêznameyên Îmraliyê, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziyê ya Rêberê me, Konfederalîzma Demokratîk û modela Neteweya Demokratîk a bi pêşengiya jinan hat afirandin, li ser bingeha azadiya mirovahiyê yekane rêza rizgariya ji krîzan e. Tevgera me ya azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêberê me Abdullah Ocalan li Kurdistanê bi rê ve diçe, Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd, di afirandina Modernîteya Demokratîk de ji bo mirovahiyê bi rola pêşengiyê radibin.

Ji ber vê yekê sala 2020’î ji bo gelê me, ji bo jinan bi biryardariyeke mezin a berxwedanê derbas bû. Li dijî dewleta tirk a faşîst ku li ser bingeha desthilatdariya AKP-MHP’ê xwe bi rêxistin kiriye, di asteke awarte de berxwedan hat nîşandan. Jinên kurd di sala 2020’î de li her parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê û tevahiya cîhanê bi îdîayeke mezin pêşengî ji azadî û berxwedanê re kirin.

Jin bin hinceta şewbê li malê hatin hiştin û tundî li wan hat kirin

Jin bi hinceta nexweşiya vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê li malê hatin hiştin û bi vî rengî bi tundî û destavêtina mêr re rû bi rû hatin hiştin. Mayina li malê ku yekane çareya sîstemê ya li hemberî vîrûsa koronayê ye, ji bo civakê bi taybetî jî ji bo jinan bû sedema neçareseriyeke mezintir, bêçaretî û tengavî. Muxalefeta jinan a berxwedêr ku li cîhanê pêşengiyê ji hêzên demokrasî û azadiyê re dikin, hewl hat dayîn ku bi vî rengî bê tepisandin. Lê belê tevî zor û zehmetiyan hemûyan jî jinan di sala 2020’î de dest ji berxwedan û raperînê bernedan. Li ber polîtîkayên serweriya mêr ên sîstema kapîtalîst modernîst rabûn. Berxwedana jinan her tim kirin û bi vî rengî bûn hêvî û çavkaniya sûdwergirtinê ji bo mirovahiyê.

Di sala 2020’î de di serî de li Heftanînê li gelek herêman me berdêl dan. Kadroyên pêşeng ên tevgera me ya jinan Leyla Agirî, Zîn, Aryana, Esmer, Sema Koçer, Doga û hîn gelek hevalên me yên jin di vî şerî de şehîd bûn. Welatparêz, milîtan û kadroyên pêşeng ên jinên kurd bûn hedefa taybet a dewleta tirk, bi vî rengî konsepta tunekirina wan hat meşandin. Li bakurê Kurdistanê bi hezaran jin bi rengekî bêsûc, tenê ji ber ku daxwaza jiyaneke azad û wekhev kirin û ji bo vê têkoşiyan, hatin girtin. Destketiyên jinan yek bi yek hatin desteserkirin. Sîstema hevserokatiyê weke sûc hat dîtin. Li bakurê Kurdistanê û Efrînê li ser bingeha polîtîkayên şerê taybet, çete, çawişên pispor û wezîfedarên dewleta tirk dest avêtin jinên kurd. Xwestin ku jinên kurd bixin nava narkotîkê, fûhûşê û bikin sîxur.

Lê belê tevî zext, îşkence û êrîşên giran jî jinên kurd bi fedakariyeke bêhempa, bi daxwaza azadiyê ji bo hebûnê li ber xwe dan. Li dijî meyla faşîst, populîst û rastgir a li cîhanê bi erka pêşengiya berxwedanê rabûn.

Jinên kurd li dijî her cureyên tundiyê li ber xwe dan

Li dijî dewleta tirk ku dewleta herî faşîst, zilmkar, bêwijdan, mêtinger a cîhanê ye, li bakurê Kurdistanê, li Rojava, Başûr li ber xwe dan. Li dijî dewleta Îranê, jinên kurd bûn muxalefeta bingehîn û li ber xwe dan. Teslîm nebûn.

Lewma em sala 2021’ê bi ruhekî mezin ê berxwedanê pêşwazî dikin. Di sala 2021’ê de jinên kurd wê di şerê dijî faşîzm, paşverûtî û nokeriyê de, dîsa li refên herî pêş bi fedakarî, wêrekî û tecrûbeya xwe cih bigirin. Ji bo azadiya Rêberê me, jinan, gelê me û gelên me, wê bêtirs cihê xwe li nava refên herî pêş ên têkoşîna civakî, ekolojîk, siyasî û leşkerî de bigirin.

Em bang li gelê xwe, gel û baweriyên li Rojhilata Navîn dikin;

Bi sala 2021’ê re em dest bi saleke gelekî krîtîk û girîng dikin. Li dijî dewleta tirk a zordar ku xwedî heman mejî û zîhniyeta DAIŞ’ê ya şer û kaosê ye, em berxwedana xwe û têkoşîna hevpar mezin bikin. Li dijî dewleta tirk a dagirker ku bi rengekî barbar xaka Anatolî û Mezopotamyayê dagir kiriye, tifaqên hevpar mezin bikin. Em jinên kurd, li her cih û demê, em ê pêşengiyê ji berxwedanê re bikin. Li ser vê bingehê em bi hev re li ber polîtîkayên mêtingeriyê, dagirkeriyê rabin ku bi xeyalên Osmaniya nû li ser Rojhilata Navîn tên ferzkirin.

Polîtîkayên înkar, tunekirin, asîmîlasyon û dagirkeriyê yên li ser gelên me tên ferzkirin, em bi berxwedan û rêxistinbûna xwe ya hevpar, bi çalakiyên xwe pûç bikin.

Em berxwedana xwe bi eniyên azadî û demokrasiyê yên bi gelên tirk, fars, ereb, ermen, suryan, acem, rûm, çerkez, laz, bi baweriyên elewî, yarsan, şîa, misilman mezin bikin.

Banga me li jinan e,

Sedsala 21’ê wê bibe sedsala azadiyê ya jinan. Sîstema bi serweriya mêr a pênc hezar salî di nava krîza herî giran a dîrokê de ye. Sîstem dixwaze xwe ji nû ve restore bike, bi vî rengî temenê xwe dirêj bike û sîstemeke hîn zirav a bi serweriyê ava bike. Lê belê êdî derfetên xwe nîne ku vê bikin. Ji ber ku li cîhanê rastiyeke jinan a zane û rêxistinbûyî bi pêş dikeve. Em jin ku pêşengên azadiyê ne, rêxistiniya xwe, têkoşîna xwe ya hevpar a jinan li dijî dewletê û desthilatdariyên talanker mezin bikin.

Bi yekitiya jinan û têkoşîna hevpar re berxwedana herî mezin pêk tê. Jiyana azad a alternatîf li ser vê bingehê ava dibe.

Jinên kurd, jinên cîhanê wê bi hevkariya jinan, bi ruhê fedayî di sala 2021’ê de pêşengiyê ji azadî û berxwedanê re bikin.

Di sala 2021’ê de bi bexwedan, rêxistinbûn, têkoşîn û tifaqaên hevpar, bi xweparastinê em ê bi ser bikevin. Serketin wê ya berxwedêran be. Li ser vê bingehê em sala nû ya 2021’ê li Rêber Apo, li jinan, gelê me û gelên me pîroz dikin, dibêjin ku dem dema têkbirina faşîzmê ye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar