Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

PDK’ê li Metînayê bendeke nû ya kontrolê ava kir

Hêzên PDK’ê di 28’ê kanûnê de li gundê Xişxaşa yê Metînayê bendeke nû ya kontrolê ava kir

PDK ya ku bi hevkariya dewleta tirk hewl dide herêmên ku gerîla lê ne bixe bin kontrolê, van rojan lez daye avakirina bendên kontrolê.

Herî dawî hêzên PDK’ê ve di 28’ê kanûnê de nîvrokî bendeke nû ya kontrolê li gundê Xişxaşa yê herêma Metînayê ava kir.

Ji dema ku hêzên PDK’ê xwe bi cih kirine heya niha xebatên bicihbûnê tên birêvebirin û kabîne û konteyniran bi cih dikin. Hat dîtin ku ev hêzên çekdar çekên xwe di pozisyona êrîşê de bi cih dikin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, di heman demê de bendek jî li gundê Qumriyê yê herêma Metînayê hatiye bicihkirin. Lê nayê zanîn ku ev bend û noqte ji bo xwebicihkirinê ye yan jî weke hêzeke teqwiyê wê were bikaranîn.

Piştî ev tevger û kiryarên PDK’ê dilgiraniyeke mezin ketiye nav xelkê heremê û ji tevgera PDK’ê ya çekdarî bi tirs û xof in.

Bi taybet piştî êrîşa li ser hêzên gerîla ku 13’yê Kanûnê li herêma Amediyê pêk hat, xelkê heremê naxwaze ku rewşeke dubare rû bide. BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar