Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Bertekên li dijî qetilkirina 3 jinan

TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê bertek nîşanî qetilkirina Aylîn Sozen, Selda Taş û Vesîle Donmez dan û wiha gotin: “Em ê îsyana xwe ya li dijî tundiya zilam a zêde dibe dewam bikin. Ji bo ku hûn bi xirabiyên xwe re rûbirû bimînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Navenda Nûçeyan 

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), debarê komkujiyên jinan de, li avahiya HDP’a Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Aktivîstên TJA û endamên Meclisa Jinan a HDP’ê beşdarî civînê bûn. Li ser navê jinan Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Seval Gulmez axivî û wiha got: “Aylîn Sozen, Selda Taş, Vesîle Donmez û bi sedan jin, bi hişmendiya qirêj a zilamê serdest û bi awayekê hovane tên qetilkirin. Tundiya li dijî jinan û kuştinên jinan her roja diçe zêdetir dibin. Sedema vê yekê jî polîtîkayên ne cezakirina bersûcan e. Kujer bi van polîtîkayan tên parastin.”

Gulmez da zanîn ku tundiya li dijî jinan di hemû qadên jiyanê de zêde bûye û ev tişt anî ziman: “Jin tenê ji ber zayendiya xwe her tim rastî tacîz, tecawîz, tundî û pirsgirêkên cuda tên. Dewlet li şûna van pirsgirêkan çareser bike, bi zimanê dijminantiya li dijî jinan, xizmeta zilamê serdest dike. Jiyana jinan jî ji ber van polîtîkayan tê tunekirin. Dewlet di vê rewşê de hevkariya cînayetên jinan dike. Em baş dizanîn ku li pişt cînayetên jinan pergala serdest a zilam heye.”

‘Destê wan di xwîna jinan de ye’

Di berdewamê de Gulmez bal kişand ser Peymana Stenbolê û wiha pêde çû: “Welatên ku ev peyman îmze kirin, berpirsiyartiyek girtin ser milê xwe. Lê AKP bi polîtîkayên xwe yên tekparêz û olperest bi tu awayî Peymana Stenbolê bi cih nayne. Destê wan di xwîna bi hezaran jin de ye.”

‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin’

Her wiha Gulmez diyar kir ku her roja diçe, ew ê îsyana xwe ya li dijî tundiya zilam a zêdetir bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê re li dijî tundiya li ser jinan derkevin. Ji bo ku hûn bi xirabiyên xwe re rûbirû bimînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê nebin ew jinên maqûl ên ku hûn dixwazin ava bikin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Heya ku em hesap ji qatilên Aylîn Sozen, Selda Taş, Vesîle Donmez û bi hezaran jinan bipirsin, em ê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî li hema qadan mezin bikin.”

7 jin hatin binçavkirin

Her wiha Meclisên Jinan a Enqereyê jî xwestin bi heman mebestî li ber Şaredariya Çankayayê bên gel hev û çalakî li dar bixin. Lê polîsan bi hinceta pandemiyê mudaxeleyî jinan kir û 7 jin binçav kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar