PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

Li Şengalê Cejna Batîzmê tê pîrozkirin

Welatiyên Êzidî yên li Şengalê Cejna Batîzmê pîroz dikin. Cejna Batîzmê wê heftiyekê dewam bike

Navenda Nûçeyan

Cejna Batîzmê wê heftiyekê dewam bike û ev cejn ji aliyê hemû Êzîdiyan ve nayê pîrozkirin. Cejna Êzidiyên li Şengalê û cejneke taybet a Eşîra Çêlka ye. Cejn ji bo Tawisê Melek be jî, jê re “Cejna Pîrê Arî/Alî” jî tê gotin.

Pîrê Arî wekî temsîla Tawisê Melek tê zanîn ku di Êzdayetiyê de serokê melayîketan e. Lewma Cejna Pîrê Arî (Batîzmî) ji bo 7 melayîketên Xwedê, 7 rojan dewam dike. “Roja Paqijiyê (Cilşo)” ye. Roja duşem, sêşem û çarşemê jî rojî tê girtin. Lê roja dawiyê rojî heta nîvrojê ye. Piştî nîvro jî pîrozbahiya cejnê dest pê dike.

Roja çarşemê piştî nîvrojê “serbir” e, yanî her malbetek sewalekî serjê dike. Di heman demê de her malbatek serbirekî taybet ji bo “Pariyan” serjê dikin. Di seribiran de 7 hestî tên veqedandin û ji van re “Parî” tê gotin.

Li gorî baweriyê dema serbir tê serjêkirin, pêwîst e ev 7 hestî neyên şikandin û heta roja Şevberatê (şeva ku tu kes ranazê) tên parastin, jê nayê xwarin.

Paşê nanekî taybet ê bi navê “Sewik” tê çêkirin. Sewik bi hevîrtirşê ji mala Pîrê Çêlkan, tê çêkirin. Her malbatek, diçe mala Pîr û hevîrtirş tîne. Li ser Sewikan 12 nexşên ku temsîla 12 mehên sale dikin, tên çêkirin.

Roja pêncşemê malbat pêşwaziya mêvanan dikin. Her mêvanek divê ji goşt û Sewikên malê bixwe. Heman rojê piştî nîvrojê jî malbat “Xwera” tînin malê. Xwera jî kekeke taybet ji bo Cejna Batîzmê ye. Xwera ji aliyê Micêwir ê ji Eşîra Çêlka ve tê amadekirin û ji ardê ceh, kuncî û hêkên mirîşkan tê çêkirin. Ew tişta herî pîroz a cejnê ye û jê re dibêjin, “Xwerê Pîrê Arî”.

Dema Xwera anîn nava malê, fitîl (find) li ser cihê Xwera tên pêxistin, malbat, her mêvan Xwera ziyaret dike. Herkes xêr, pere datîne ser maseyê. Lê dayina pereyan ne ferz e. Êvara Înê (şeva pêncşem diqulibe înê), xelk ranazên. Ev “Şevberat” e.

Roja Înê malbat radizên û mêvan naçin malan. Roja Şemiyê dîsa malbat pêşwaziya mêvanan dikin. Roja dawî ya cejnê yekşem e. Di berbanga sibehê de, beriya ku roj hilê, malbat taştêya “Şêşims” amade dikin ji ser û piyên Serbirê pêk tê û li malên derdora xwe belav dike. Roja Yekşemê piştî taştêya Şêşims hat belavkirin, malbat dezî amade dikin. Dezî ji pembû ye, pirr zirav e. Tayekî deziyê sor û tayekî spî li hev tê hûnandin. Piştî dezî hat belavkirin, cejn nîvrojê bi dawî dibe û xwera tê rakirin. Bi vî awayî cejn bi dawî dibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar