Navenda Nûçeyan
Çalakiya xelkê şingalê ya li dijî peymana di navbera PDK’ê û hikûmeta Iraqê ya li ser Şingalê û piştgiriya Asayîşa Şingalê 30 roj li pey xwe hişt.
Xelkê Şingalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şingalê de, bi armaca pişgiriya Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şingalê kon vedane.
Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû Asayiş in” hatiye destpêkirin di roja 30’yan de li ser riya giştî ya li ber asayîşê re derbas dibe didome. Çalakvan di daxwazên xwe de bi israrin.
Xelkê Şingalê radigihînin heya ku daxwazên wan neyên qebûl kirin, ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin.