PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

‘Ji bo edaletê, em di 9’ê Çileyê de li Parîsê bin’

Sendîkaya Solîdaîres a Fransayê xwest, di sala 8'an a Komkujiya Parîsê de têkiliya li ser berjewendiyan nekeve pêşiya lêgerîna li edaletê û bang li kedkaran hemûyan kir ku di 9'ê Çileyê de tev li çalakiya edaletê bibin

Di ser Komkujiya Parîsê re 8 sal derbas bûn, ku Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê kujerê MÎT’ê Omer Guney ve hatin qetilkirin. Lêpirsîna ku piştî komkujiyê dest pê kir bi salan dewam kir. Yekane bersûcê dozê Omer Guney, beriya destpêkirina rûniştina dozê li girtîgehê miribû.

Di nava 8 salên derbasbûyî de xemsariya dadgeriya Fransayê ya li lêgerîna li edaletê, bû cihê nerazîbûnan. Tê zanîn ku ji ber berjewendiyên siyasî û aborî, mijar bi tu awayî neket rojeva dewletê.

‘Yên ku fermana komkujiyê dan 8 sal in bêceza ne’

Yek ji saziyên ku nerazîbûnê nîşanî vê yekê dide Sendîkaya Solîdaîres e. Solîdaîres ji bo çalakiya 9’ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlibûneke xurt kir. Di daxuyaniya sendîkayê de hat bibîrxistin ku Cansiz, Dogan û Şaylemez ji aliyê kujerekî MÎT a tirk ve hatin qetilkirin û wiha got: “8 sal in lêgerîna li edaletê ya malbatan ji nedîtî ve tên; 8 sal in kesên ku ferman dane kujerê ‘çend roj beriya rûniştina dozê mir’ nehatine cezakirin.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku serokkomarê niha Emmanûel Macron û yê beriya wî Françoîs Hollande gelek caran bi Erdogan re hevdîtin kirin, lê belê herdu serokkomaran carekê jî mijar nexistin rojevê.

Berjewendiyê siyasî û aborî

Di daxuyaniyê de nerazîbûn li bêdengiya dewletê hat nîşandan û hat gotin ku berjewendiyên siyasî û aborî yên Fransayê gelekî li ser edaletê ne. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di rewşeke wiha de Erdogan li Rojava, Qerebaxê û Lîbyayê leşkerên xwe yên bi pereyan şer dikin, dide şerkirin û di heman demê de li çiyayên başûrê Kurdistanê sivîlan qetil dike.

‘Divê PKK yekane muxatab bê dîtin’

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo edalet bi cih bê, divê dest ji sûcdariya ‘terorîzmê’ bê bedan ku li PKK’ê tê kirin û hat xwestin ku biryara dadgeriya Belçîkayê bê şopandin.

Sendîkayê bang kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di qada navneteweyî de PKK weke muxatab bê dîtin û destnîşan kir ku ji bo dawî li êrîşên Tirkiyeyê yên li ser milîtanên kurd ên li derveyî welat bê anîn, ev yek pêwîstî ye.

Di daxuyaniyê de ji bo çalakiya protestoyî ya 9’ê Çileya 2021’ê ya li Parîs Gare du Nord banga tevlibûnê hat kirin û ji sendîkayên kedkaran hemûyan hat xwestin ku bi kortejê beşdarî çalakiyê bibin. PARÎS 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar