Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Divê 2021 dawî li bindestiyê bîne

Di sala 2021’ê de nivîsa xwe ya ewil bi kurdî dinivîsim. Hêvî dikim, êdî di jiyana min de jî, di jiyana me hemû kurdan de jî kurdî zêdetir cih bigire. Bi vê wesileyê sersala nû ya hemû kurdan, mirovhezan, dost, heval û hogiran, bi taybetî jî yên xwendevanên rojnameya Welat, ji dil û can pîroz dikim.

Belê sal nû ye lê em dizanin dîrok pirî caran xwe dubare dike. Di wê qenaetê de me ku ew ê di 2021’ê de em ê şahidê hin dubareyan bibin. Her wisa xuya ye, di siyaseta qada navneteweyî de jî ew ê guherînên mezin çêbibin. Ji ber wê yekê divê kurd zêdetir hişyar bin.

Qesta min ji dubareyê aşkera ye; ango siyaseta dagirkeran a li hember kurdan û encamên wê ne!..

Piştî 12’ê Îlonê, Kenan Evren ê faşîst wisa ji xwe bawer diaxiviya ku qaşo her tişt qedandiye û civak û siyaset bi temamî teslîm girtiye. Hat dîtin ku Evren ê faşîst bi vê hesretê çû.

Turgut Ozal, şerê li hember dagirkeriya dewleta tirk dest pê kiribû wekî meseleyek ‘çend rojan’ bi nav dikir. Di taliya jiyana xwe de fam kir ku ne wisa ye, lê jiyana wî ji guherînên nû re têr nekir, wî kuştin û carek din şer gur kirin.

Tansû Çilera lîstoka dewleta qatil û yên din, her ku behsa qedandinê dikirin ew diqediyan. Niha gelek ji wan navê wan jî naye zanîn.

Ji sala 2015’an heta niha jî heman fîlm vê car bi serkêşiya Erdogan, tê lîstin. Yê behsa qedandinê jî dike zêdetir Goebbelsê Erdoganê xwînxwar, ango Suleyman Soyluyê devbixwîn e. Axirîn car di axaftinek xwe de digot “Soza namûs û şerefê didim, ew ê 2020 sala wan a dawî be.”

Sal bi dawî bû, ew jî bi bênamûsî û bêşerefiya xwe ve li ortê ma.

Niha sal guherî, dawî li tevgera kurdî jî li pirsa kurdî jî neanîn; nikarin bînin jî, lê divê em bibînin ku bi qasî darbe xwarin, wisa jî darbe lêdan. Tevgera kurdî neqediya lê lawaziyek mezin jiya, hê jî dijî.

Pirsgirêka esasî ew e ku di 2021’ê de ev lawazî bi dawî bibe.

Qet şik nîne, hêza esasî kurd bixwe ne. Kurd, heta niha bi hêza xwe, bi bîr û baweriya xwe gihîştin vê rojê. Ev hêz pîroz e û her wisa dikare ne tenê li bakurê Kurdistanê, li çar perçeyên Kurdistanê bibe motora guherînê.

Bêguman, lawaziya kurdan û ya dewleta dagirker naşibin hevdu. Kurd dikarin ji lawaziya xwe hêzê biafirînin, lê dewleta dagirker neheq e û carek bikeve êdî nikare rabe. Hewla rayedarên wan jî ew e ku naxwazin bikevin. Ji bo ev xwînxwarî bikeve û careke din nikaribe rabe ser pêyan, hişyarî û tevgera bi aqilî divê…

Ya yekem me got, baweriya hêza esasî ye. Ev hêz heye û qaîm e, lê bi tena serê xwe têr nake.

Ya duyem çareserkirina nakokiyên navxweyî û xurtkirina hevgirtina hundirîn e. Di vê rewşê de problemên mezin ên kurdan hene. Divê demildest werin çareserkirin.

Ya sêyem jî qezençkirina qada navneteweyî, hêz û dewletên navneteweyî ne.

Kurd nikarin şerê hemû cîhanê bikin. Karê wan jî ne ev e. Erdogan ev çend sal in bi awayekî jeostratejîk tevdigere û bi hemû hêz û dewletên navneteweyî re şer dike. Em kurd, di vî warî de bi qasî Erdogan ne xurt in. Divê kurd, pozisyona Erdogan û hesabên jeostratejîk a dewleta tirk vajî bikin. Ev bi neyartiya hêzên navneteweyî û dewletan nabe. Em neyarê dagirkeriya dewleta tirk û siyaseta faşîst a Erdogan in. Ew dewletên ku ji bo berjewendiyên xwe ‘dostaniya’ Erdogan û dewleta tirk dikin, ne neyarên me yên esasî ne. Her wiha Erdogan û dewleta wî di qada navneteweyî de di dema xwe ya herî lawaz de ne. Bi dewletên NATO û YE’yê re, bi taybetî bi DYA’yê re pirsgirêkên wan ên mezin hene û ev pirsgirêk bi Erdogan nayên çareserkirin.

Her wisa Erdogan xwe dispêre Rûsyayê, lê ger kurd bi hişyarî û biaqilî tevbigerin ew ê bi Rûsyayê re jî bi ser nekeve.

Wisa tê dîtin ku benê van dewletan û ya dewleta tirk ew ê di 2021’ê de biqete, lê dema ev ben qetiya, divê kurd bêhelwest nebin. Divê bidin fêmkirin ku ger berjewendiyên hêz û dewletên binavkirî hene, her wisa ew ê berjewendiyên kurdan û ya gel û niştecihên vê herêmê jî hebin.

Baweriya min ew e ku filma kevin ew ê di 2021’ê de bi dawî bibe, lê dema filma kevin qediya ew ê filmek nû dest pê bike. Ya girîng ew e ku divê kurd aktorê esasî yê filma nû bin. Ev jî bi hêza esasî, bi çareserkirina nakokiyên navxweyî û bi qezençkirina qada navnetewî pêkan e.

Nûçeyên Têkildar