Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Hestiyên kurê xwe dixwaze

Bav Şebap Doner ku cenazeyê kurê wî ji Goristana Xerzanê hat derxistin, li bendê ye ku hestiyên kurê wî yê li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyekê de hat veşartin, teslîmî wî bên kirin

3 sal berê 282 cenaze ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor hatibûn derxistin û dû re goristan hatibû xerakirin. Gava cenaze hatibûn derxistin heya demeke dirêj nehatibû zanîn bê ka birine ku derê. Lê belê piştî daxuyaniya Wezareta Bedlîsê ya 2’yê çileya 2018’an aşkera bûbû ku cenaze birine Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Ji van cenazeyan hin jê li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyekê de hatine veşartin. Heya niha 21 cenaze radestî malbatan hatine kirin û 261 cenaze jî hîn di bin peyarêyê de ne.

Yek ji van cenazeyan jî yê kurê malbata Donerê ye. Kurê wan Abdulhamîd, gava di sala 1994’an de gundê wan ê Bedlîsê tê şewitandin, tev li nav PKK’ê dibe.

Bav Şebab Doner anî ziman ku piştî wextekê pê hesiyane ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye lê belê bi salan cenazeyê kurê xwe nedîtine û wiha got: “Em di sala 2014-2015’an de çûn gund. Gava em çûn me gora kurê xwe dît. Li ser kêlika gorê Abdulhamîd Doner nivîsandîbû. Li Tetwanê, di şerekî di sala 1995-1996’an de jiyana xwe ji dest daye. Dû re cenazeyê wî li Goristana Xerzanê defin kirine. Dû re jî li Kilyosê defin kirin. Me piştî salan cenazeyê xwe dît lê hîn jî radestî me nehatiye kirin.”

Ew li benda DNA’yê bûn

Bav Doner ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe serî li Dozgeriya Komarê ya Bedlîsê daye û ji bo DNA’yê çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê û xwîn daye. Bav Doner diyar kir ku dozger jê re gotiye ‘Heger DNA li hev derê wê cenaze bidin’ û destnîşan kir ku hîn ew li bendê bûn ku DNA zelal bibe, bihîstine ku Goristana Xerzanê hatiye xerakirin û cenaze birine Stenbolê.

Tu ol vê tiştî qebûl nake

Di axaftina xwe de Doner da zanîn ku gava goristan hatiye talankirin ew li Stenbolê bûne û ev tişt anî ziman: “Pêşî gotin li Bedlîsê ne, dû re gotin birine Stenbolê cihekî ewle. Heya niha 21 cenaze teslîmî malbatan kirine. Cenazeyên me li cihekî werê veşartine, tu dîn, tu mirovahî vê yekê qebûl nake.”

Doner destnîşan kir ku di ola îslamê de rêz ji bo cenazeyan heye û wiha pêde çû: “Çi dibe bila bibe divê cenazeyên ji wî cihê ku mirov tê de diçin, heywan û wesayît tê de diçin û tên bên derxistin.”

Bav Doner diyar kir ku rojek berî rojekî divê cenaze teslîmî malbatan bên kirin û yên malbatên wan nayên tespîtkirin jî li gor rûmeta mirovahiyê bên definkirin.

Doner anî ziman ku ji ala 2017’an ve bi vî awayî diêşin û wiha domand: “Hîn jî haya me ji cenazeyê me tune ye. Bi rastî jî devera ku cenaze lê hatine veşartin derî mirovahiyê ye. Ne mirovahî ne jî îslamiyet vê qebûl nake. Ew can û cegera malbatan e. Tişta ku li cenazeyên kurdan tê kirin zilm e, netewperestî û nîjadperestî ye. Em dixwazin zarokên xwe li cihekî paqij û ewle defin bikin. Da ku ev êş û keser nemîne. Ev yek her tim me diêşîne. Mirina wan tîne ber çavê me.”

‘Cenazeyên me tune dikin’

Doner destnîşan kir ku bi salan e li vê axê dijîn û xwediyê vê axê ne û wiha got: “Heger hûn rabin kurdan qebûl nekin, nexwe hûn zalim in. Ê ku vê zilmê rewa dibîne, bêrûmet e. Li devereke ku destmêja wê jî nayê qebûlkirin hatine veşartin. Lê bi ser de radibin behsa îslamiyetê dikin. Ev zilm ne niha ye, piştî Hz. Mihemed ji dema Muaviye heya niha wisa ye. Di dîrokê de mînaka Şêx Seîd, Seyîd Riza heye. Beriya wê jî mînakên bi vî rengî hene. Cenazeyên me tune dikin. Dixwazin malbatên wan biêşin.”

Her wiha bav Doner xwest dewlet dev ji vê rantê û rutbeyê berde û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dev ji zilm û nîjadperestiyê berdin. Kesên xwedî wijdan divê guh bidin me û bila dewlet jî cenazeyên me teslîmî me bike.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar