Navenda Nûçeyan
UNICEF hişyarkirina wê sala 2021’an bibe sala birçîbûnê kir.
Bi milyonan zarok birçîne
Li gor daxuyaniya UNICEF’ê li Kongo ya Demokratîk 3 milyon 300 hezar zarokên ku emrê wan di bin pêncan de ne bi xwarina kêm dijîn. Li Sûdana Başûr 7 milyon û 300 kes di sala 2021’an de wê ewlehiya xwarina akût bikşînin. Li dewletê peravê yên wek Bûrkina Faso, Malî û Nîjer rewşa xwarina biewle ji ber şer û guhertina avhewayê xerabtir dibe.
UNICEF bang li rêxistinên alîkariyê û li welatên din kirin ku alîkariya tenduristiyê û xwarinê bidin welatên hewceyê alîkariyêne. Xwestin ku rêxistin alîkarî bidin tesîsên ji bo ava paqij û tesîsên ku ji bo tenduristiyê tên çêkirin. UNICEF, ji bo alîkariya ku em dixazin bikin pêdiviya me bi 1 milyar heye.