PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Çi bi namûsa zanistê hat!

Îsmaîl Beşîkçî li Tirkiye û Kurdistanê ji hêla şoreşger, rewşenbîr, demokratan û hwd. ve tê naskirin. Heta roja îro tim bi hurmet û hezkirin behsa wî hatiye kirin. Her çiqas fikir, helwest û bingeha fikrên wî hatibin rexnekirin lê tu carî bêhurmetiyek lê nehatiye kirin.

Her çiqas li Kurdistanê hin kes û civat berê wî nas bikin jî lê di sala 1990’î de di nav gel de pirtir hat naskirin. Ji ber nivîs û hevpevînên wî yên di çapemeniya demokrat û azad a kurdan de hatine weşandin hat naskirin. Bi saya hevpeyvîn û nivîsên xwe yên hatin weşandin fikrên xwe li gelek cihan belav kirin û xwîna gel li wî germ bû. Di serê salên 1990’î dema serhildanan de, di pêvajoya ku şoreşa demoratîk û çandî li Kurdistanê li dar bû, kesekî mîna Beşîkçî ku ne kurd bû lê nivîsên doza kurdan diparastin dinivîsandin, ji ber vê bandoreke wisa li ser gelê kurd kiribû.

Di wê serdema serhildanan de ne tenê Îsmaîl Beşîkçî gelek sosyalîst, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û hwd. ên Tirkiyeyê deng dabûn berxwedana gelê Kurdistanê û li hember şoreşa li Kurdistanê bi heman helwestê tevdigeriyan. Her wiha gelek kesên ku heta wê demê xwe ji PKK’ê dûr xistibûn, dev ji vê helwesta xwe berdan û li dora PKK’ê civiyan. Helbet ev tercîhek rast û di cih de bû. Ev helwest nîşaneya henûnbûna fikir û hestên wan ên demokratîk û welatparêz bû.

Di salên 1990’î de ji hêlekê ve kesên bi berpirsiyarî û hişmendiya welatparêzî, demokrat û şoreşgerî tevdigeriyan hebûn lê kesên êrîşî gelê Kurdistanê û têkoşîna wan a azadî û demokrasiyê dikirin jî hebûn. Ev kes  tenê ne li dijî Tevgera Demokrasî û Azadiya Kurdistanê bûn her wiha di serî de li dijî Îsmaîl Beşîkçî û kesayêtên mîna wî bûn, ev kes ji xwe re kiribûn hedef, êrîşî wan dikirin û çi dihat hiş û devê wan texsîr nekirine û gotine. Yek ji van kesan Îbrahîm Guçlu ye.

Îbrahîm Guçlu wê demê bi uslûba qelemşor û pisporên şerê psîkolojîk ê dewleta TC’ê ya qirker nameyek ji Îsmaîl Beşîkçî re nivîsandibû û di vê nivîsê de gelek heqaret li Îsmaîl Beşîkçî û PKK’ê   kiribûn. Ev nameya ku Îbrahîm Guçlu nivîsandibû ji hêla medyaya demokrat û azad a kurdan ve bi raya giştî re hat parvekirin. Îsmaîl Beşîkçî bixwe jî di pirtûka xwe ya hevpeyvîna bi çapemaniya demokrat û azad re tê de ye cih daye vê nameyê jî.

Yek ji şahidên wê pêvajoyê Ferda Çetîn e. Ew wê demê rojnameger- parêzer bû ku di salên 1990’î parêzer û rojnamegerî karekî wisa bû wek tu xwe bavêjî nav agir. Her roj rojnameger dihatin revandin, îşkence li wan dihat kirin, bi guleyan dihatin qetilkirin û avahiyên rojnameyan dihatin bombebarankirin. Di wan rojan de li gel ku şert û merc ewqas zehmet bûn lê wî tim li ber deriyên zindan û edliyeyan karê xwe dikir û her wiha ji bo weşana rojnameya Ozgur Gundemê erk û berpirsiyarî dabû ser milê xwe. Parêzerên mîna Serhat Bûcak, rewşenbîr, demokrat, welatparêz bi heman rengî xebitîne.

Haya me bi nivîsa Ferda Çetîn a di 24’ê kanûna 2020’î de li ser Ozgur Polîtîkayê hatibû weşandin ji nivîsa ku li ser navê Îsmaîl Beşîkçî li ser malperên înternetê hatibû belavkirin çêbû. Ferda Çetîn di gotara xwe de bal kişandibû ser mijarên girîng. Em dikarin bêjin, gelek kesên şahidiya wê serdemê kiribin û nivîsa li ser navê Îsmaîl Beşîkçî hatiye weşandin xwendibin -tevî tiştekî teqez negotinbin jî- wê ew jî şaş mabin.

Divê em jê re bêjin ‘trajedî’ an ‘hevkarî’? Her çiqas hewce neke em bersivekê bidin van pirsên lê nivîsa li ser navê Îsmaîl Beşîkçî li ser înternetê hatiye belavkirin, Îsmaîl Beşîkçî û Îbrahîm Guçlu xistiye heman astê. Îbrahî Guçlu jî beriya niha bi çendekê di daxuyaniya xwe ya de ya kes li dor û dorê tune bû, fikrên xwe yên mîna yên Îsmaîl Beşîkçî ragihandibû. Êrîşên dewleta TC’ê yên li ser başûrê Kurdistanê û prowakasyon pesend kiriye û PKK wek berpirsiyarê hemû êrîşan nîşan daye.

Îbrahîm Guçlu yê sîxurê MÎT’ê yê bitescîl û dijminê PKK’ê û Rêber Apo, carinan derdikeve li qadan diaxive û daxuyaniyên bi vî rengî dide, divê em ji ber van tiştan ecêbmayî nemînin. Heta divê em jê nepirsin û nebêjin ‘tu çima wisa dikî’ çimkî tu wateya vî tiştî tune ye. Ji ber ku ew wek ajanekî MÎT’ê wek heqê ‘tasek şorbeya didin wî’ hemû erkên xwe tîne cih. Loma em fêm dikin bê ev dijminatiya wî ya li Rêber Apo û PKK’ê ji ku tê. Di vê meseleyê de tişta balkêş ew e ku ev helwesta Îsmaîl Beşîkçî û yekitiya wî ya bi Îbrahîm Guçlu re ye.

Îsmaîl Beşîkçî sosyologek e. Di analîzên xwe de gelek pênaseyên sosyolojîk dike. Beriya hingê Îsmaîl Beşîkçî nivîsên xwe yên der barê gelê Kurdistanê, PKK’ê û Rêber Apo de nirxandinên xwe li ser vê bingehê kirine. Dema ku ev tişt kirine jî diyar kiribû ku ew li gor ‘rûmeta zanistê’ van tiştan dike. Ji ber vê helwestê her kesî wî wek rewşenbirekî tirkiyeyî yê li ‘rûmeta zanistê’ xwedî derdikeve nas kiribû, qebûlkiribû.

Çi bû ku Îsmaîl Beşîkçî di carekê de ewqasî guherî? Ka ‘rûmeta zanistê’? Gelo sedemên vê guhertina ji nişka ve ew sedem in ku Ferda Çetîn di nivîsa xwe ya 24’ê kanûna 2020’î diyar kiribûn?

Nûçeyên Têkildar