Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji nava malbatek cerdevan tev li gerîla bû

Gerîla Mîtan Gever ê ji Geverê ji nava malbatek cerdevan tev li gerîla bû û li rojhilatê Kurdistanê gerîlatî dike, bang li cerdevanan kir ku divê xwîna xwişk û birayên xwe nerêjînin

Mîtan Geverê sala 2000’î li Geverê di nava malbatek cerdevan de tê dinê. Gundê wan ê Geliyê Dozkî ji aliyê dijmin ve dema ku tê şewitandin koçî Geverê dikin. Gerîla Mîtan di malbateke cerdevanî dikin de mezin dibe.

Gerîla Mîtan ji ajansa ANF’ê re wiha qala malbat û lêgerînên xwe dike: “Di nava eşîra Dozkî de cerdevanî pir hatiye pêşxistin. Destê dewletê di nava vê civakê de pir e. Ez di nava sistemekekê ku cerdewanî zêde ye mezin bûm. Eger li cihekê Kurdistanê welatparêzî xurt be, gel girêdayî çanda xwe be, zimanê xwe biaxive, li dijî dewletê serî rake wê demê dewlet ji wî gelî ditirse. Ji bo ku li pêşiya welatparêziyê bigire dewlet her tiştî dike. Sîxûrtiyê pêş dixin. Em jî li ciheke wisa mezin bûn. Gever ciheke wisa bû ku welatparêzî li wê derê zêde bû. Dewlet ji viya ditirsiya û ji bo ku îradeya wî gelî bişkêne her cûre rê û rêbaz bikar anîn. Cerdevanî jî yêk ji van rê û rêbazan bû. Malbata me jî ji van polîtîkayên dewletê nasîbê xwe girtibû. Bi asîmîlasyonêre rû bi rû hatibûn. Kurdîtiya xwe ji bîrkiribû. Dewlet ew anîbûn rewşeke wisa ku muhtacî wî bibin. Her ku dem derbas bû min li rewşa ku min lê dijiya mêze dikir û min dixwest ez fêm bikim. Weke kurdekê çima ez bi çanda xwe ve mezin nebûme? Çawa xwestine dîroka min tune bikin, nirxên me ji aliyê dijmin ve çawa tên binpêkirin, ev şere çima tê kirin? Min vane hemû hêdî hêdî fêm dikir. Nakokî çêdibû. Her ku nakokî çêdibû lêgerîn jî zêde dibû. Di encama lêgerînên min de min biryar da ku ez tevlî gerilla bibim.”

‘Em çima li dijî xweşk û birayên di eniya şer da ne’

Gerîla Mîtan Gever di berdewamiya axaftinên xwede wiha bang li cerdevanan kir û got: “Pêwîste gelê me bizane ka cerdevanî, sîxûrî çima tê pêşxistin. Pêwîste lêkolîn bikin. Dewlet çiqasî birçîbûyîn, feqîriyê pêş bixe jî pêwîste cerdevanî neyê qebûl kirin. Li dijî xwişk û birayê xwe pêwiste ku çek ranekin. Dewlet destpêkê birçî dihêle piştre jî ji bo ku tevlî operasyonan bibe zext li ser dike. Ew jî li hemberê van polîtîkayên dewletê serî ditewînin. Tevlî operasyonan dibin piştre jî tên kuştin. Pêwîste cerdevan viya pirs bikin; ‘em çima di eniyên herî pêş de li dijî xwişk û birayên xwe şer dikin? Dewlet çima leşkerên xwe nade pêş?’ Ev rewş bira bi bira kuştin e. Pêwîste cerdevan rewşê baş bizanin. Bizanin ku li dijî kê şer dikin.”

‘Şerê li dijî nirxên xwe îxanet e’

Mîtan ê ku li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê gerîllatiyê dike wiha domand: “Gelê me li Rojhilatê Kurdistanê de feqîr in. Rejîma Îranê jî vê rewşê dişixulîne. Dijminê me ye wê derew jî bike wê qetlîam jî bike wî gel bi avêje zindanan jî. Lê belê bi dijmin re di heman eniyê de li dijî nirxên xwe şer kirin îxaneta herî mezin e. Gelê me ê ku bi van lîstokan bawer dike ez bang li wan dikim. Teybet jî ciwan pêwîste li dijî van polîtîkayan dengê xwe bilind bikin. Sîxûrên di nava xwe de derbixin. Dem dema me ye. Ji bo azadiyê kêm ma.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar