Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Li leşkeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin

Hasan Duduk ê ji Mêrdînê gava li Çerkezkoyê leşkeriyê dikir, leşkerên payebilind lê xistine û cixare di canê wî de tefandine. Piştî vê Duduk firar kir û giliyê leşkerên îşkencekar kir

Hasan Duduk ê ji Mêrdînê gava li Fermandariya Zirxî ya 3’yan a Çerkezkoy a Tekirdagê leşkerî dikir, leşkerên payebilind lêxistine û cixare di canê wî de tefandine. Duduk ku di 1’ê tîrmeha 2020’an de çûye leşkeriyê, bi hinceta ku di 10′ mijdarê de tevî karê paqijiyê nebûye, çawîşê pispor R.K. lêxistiye. Ji ber vê stû û milê Duduk reş bûye. Duduk, piştî vê di 13’ê mijdarê de fîrar dike û 8 saet şûnde cardin vedigere fermandariyê. Lê piştî ku ev muameleyên nebaş û gefxwarin didomin, Duduk di 25’ê mijdarê de cardin firar dike û berê xwe dide Mêrdînê. Duduk, giliyê leşkerên îşkencekar kir.

Duduk anî ziman ku gava li leşkeriyê bûye tahdeya derûnî û fizîkî lê hatiye kirin û diyar kir ku bi hinceta ku tev li kar û barê paqijiyê nebûye çawişê pispor R.K. cixare li ser destê wî tefandiye.

Di axaftina xwe de Duduk da zanîn ku ji bo rapora derbkirinê wergire û ji bo sewqî nexweşxaneyê bê kirin çûye revîrê lê belê çawîşê ku tahde lê kiriye bijîşk qaneh kiriye ku wî neşîne nexweşxaneyê û destnîşan kir ku lê belê çendî ku rapora sewqê wergirtiye jî fermandarê wî nehiştiye biçe nexweşxaneyê bi awayekî rêyek dîtiye û çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Çerkezkoyê û rapor wergirtiye.

 

Fermandar gef lê xwar

Duduk anî ziman ku piştî vê bûyerê bi hinceta ku ‘di dema nobedê de nelirêtî kiriye’ derbarê wî de zabitnameyek hatiye çêkirin û piştî rapor wergirtiye, feramndarê wî gef lê xwariye û jê re gotiye: “Heger tu gilî bikî, dê leşkeriyê te dirêj bikim. Ez cezayê herî giran bidim te. Hema tu şaşiyekê bikî ez ê derbarê te de zabitnameyê çêbikim.”

Duduk destnîşan kir ku paşê hew îdare kiriye û firar kiriye lê belê 8 saet şûnde cardin vegeriyaye fermandariyê û vê carê jî wî birine cem dozgeriya leşkeriyê û li wir îfade daye. Duduk anî ziman ku ji ber ku di parêziya xwe ya nivîskî de nivîsandiye ku leşkerên payebilind lêxistine, parêziya wî ya nivîskî hatiye qetandin lê belê bi devkî her tişt ji dozger re gotiye û got ku ji ber ku li îfadeya xwe nequlibiye, vê carê serçawîşekî din lê xistiye û ji ber vê lêdanê nenûkeke nigê wî şikiyaye.

2 leşkeran hewl da xwe bikujin

Di berdewamiyê de Duduk diyar kir ku gava li leşkeriyê bûye du leşkeran hewl daye întihar bikin û wiha got: “Li fermandariyê her tim bûyerên xwekuştinê û firarê diqewimîn. Ji ber tahdeya fermandaran. Muameleyên pir xirab dikirin. Tim heqaret dikirin, mirovan biçûk dixistin.”

Duduk anî ziman ku piştî tahdeya lê dihat kirin dewam kiriye, gava ji leşkeriya wî re 26 roj mabûn, di 25’ê mijdarê de cardin firar kiriye û berê xwe daye Mêrdînê.

Di axaftina xwe de Duduk diyar kir ku ji ber tiştên lê hatine kirin derûniya wî xera bûye û tedawî bûye û destnîşan kir ku sê platîn di nigê wî de hene lê cardin wî birine leşkeriyê û wiha pêde çû: “Ez bi xeyaleke xweş çûm wê derê. Ji ber ku ez leşker bûm, diya min şanaz dibû. Lê ji ber tahdeya li wir reviyam. Dilê min ji welêt sar bû. Ji bo ku ser bûyerê bigirin çi ji destê wan hat kirin. Gava ez di xew de bûm, telefona min birine û ji hin kesên din re peyamên wekî ‘Hesen tahde li canê xwe kiriye’ şandine. Şahidên derewkar anîn. Min tahde li xwe nekir.”

‘ Ewlehiya min tune ye’

Her wiha Duduk anî ziman ku ji ber ku hîn jî gef lê tên xwarin û tahde lê tê kirin bi şev nikare rakeve û ji ber ku ewleyiya wî tune ye dê neçe leşkeriyî û da zanîn ku ji tiştên hatine serê wî jiyan lê herimiye û wî mehkumî mirineke sivîl kirine. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar