Navenda Nûçeyan
Hejmara 212’an a Kovara Stêrka Ciwan bi manşeta ‘Rêbertiya azad, Kurdistana azad, Êzidxana azad wê teqez bên pêkanîn!’ derket. Di kovarê de mijara ‘helwesta ciwanan a li dijî xayintiyê’ hat nirxandin.
Di hejmara Çile de Komkujiya Parîsê cih girt.
Nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku civakîbûnê ji hêla dîrokî û sosyal ve dinirxîne bi sernavê ‘civak şertê hebûna me ye’ di kovarê de cih digire.
Nivîsên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer di kovarê de hatin weşandin.
Di beşa jinan de ya kovarê Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî li ser êrîşa modernîteya kapîtalîst a li ser nasnameya jinan û berxwedana jinan a dijî vê nirxandin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi nivîsa xwe ya bi navê, ‘Rêxistinbûn li dijî faşîzmê çalakî ye’, balê dikişîne ser girîngiya têkoşîna rêxistinî.