Navenda Nûçeyan
Ji bo serokatiya şaredariya bajarê Kerala yê eyaleta Thîrûvananthapûram a Hindistanê, meclisa şaredariyê jina ciwan a bi navê Arya Rajendran hilbijart ku 21 salî ye û xwendekara matematîkê ye.
Rajendran ku bû şaredara bajarê Kerala yê ku nifûsa xwe 750 hezar e, li cîhanê bû şaredara herî ciwan.
Bajarê Kelara li Hindistanê ew bajar e ku rêjeya xwendinê lê bilind e û jiyana polîtîk lê çalak e.
Kerala di heman demê de paytexta eyaleta Thîrûvananthapûramê ye.
Bavê wê karê elektrîkê dike, diya wê jî li şîrketeke sîgortayê dixebite. Rajendra di heman demê de ji malbateke komunîst e.
Şaredar Arya Rajendran piştî hilbijartinê wiha got: “Bavê min pê serbilind e ku ji çîna karker e. Ez jî ji bo wî tev li tevgera karker, tevgera gundiyan û mirovên ji rêzê bûm.”