PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Radyoya Dengê Çira Şingalê jinûve dest bi weşanê kir

Radyoya Dengê Çira Şingalê ku ev demek bû ji ber pirsgirêkên teknîkî weşana wê rawestiya bû, bi naveroka nû li ser frekansa berê jinûve dest bi weşanê kir

Radyoya Dengê Çira Şingalê ku demekê ji ber pirsgirêkên teknîkî weşana wê hatibû rawestandin, ji ber nebûna derfetan û şert û mercên vîrûsa koronayê, demeke dirêj nekarî weşana xwe bidomîne.

Radyoyê di 20’ê kanûnê de pirsgirêk û kêmasiyên li pêşiya xwe çareser kir û bi naverokeke hîn dewlemendtir jinûve dest bi weşana xwe kir.

Radyo her wiha li ser malpera înternetê ya bi adresa www.cira.fm jî weşana xwe dike.

Radyoya Dengê Çira Şingalê li gorî dema herêmê her roj saet di 07:00 de bi strana Êzidxanê dest bi weşanê dike û heta saet 19:30’î bi Qewlên Êzidiyatiyê, Bernameyên Rojane, Nûçe û hwd. weşana xwe dewam dike. Weşana giştî ya radyoyê saet di 21:00 de bi dawî dibe.

Ji xebatkarên Radyoya Dengê Çira Şingalê Xelîl Helîqî û Sena Qîranî li ser dema nû ya weşanê axivîn.

Xelîl Helîqî diyar kir ku di encama ked û hewldaneke mezin de wan ji nû ve dest bi weşanê kirine û wê hewl bidin xizmetê ji civaka xwe re bikin, dengê civaka xwe, rengê çand û hunera civaka xwe ragihînin.

Li ser weşana dema bê jî Xelîl Helîqî ev tişt anî ziman: “Stran û weşana me wê li gorî daxwaza guhdaran be. Em ê deng û rengê civaka xwe bi hemû cîhanê re ragihînin û hêvîdar in ku wê demeke xweş derbas bibe.”

Xebatkara radyoyê Sena Qîranî jî destnîşan kir ku piştî demeke dirêj wê hewl bidin bi bername, dosya û weşana li ser nêrînên xelkê xwe, xwe bigihînin guhdaran.

Navnîşana Malpera Radyoyê: www.cira.fm

Frankans: 101.0 MHz  ŞINGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar