Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêviya Başûr ji sala nû!

Mîna her derê cîhanê ji bo başûrê Kurdistanê jî sala 2020’î saleke pir xedar û giran bû. Bi taybetî bi êrîşên dagirkeriyê û dîsa şewba vîrûsa koronayê rewşa debarê ya gelê başûrê Kurdistanê pir giran derbas bû.

Mijara herî zêde bandor li başûrê Kurdistanê kir û mohra xwe li dîroka salê ya Başûr da; êrîşên dagirkeriyê ya rewakirina rêveberiya Başûr, dîsa nakokiyên Herêmê-Bexdayê, bicihkirina komên çete yên bi navê pêşmergeyên ‘Roj-Gulan’, peymana Şengalê û debara jiyanê ya gel bû.

Di serî de êrîşên dagirkeriyê kir ku herêmên dikevin sînorê Bakur-Başûr ji ber êrîşên esmanî û operasyonên leşkerên tirk ên dagirker wêran bibin, dîsa zevî û cihên çandiniyê bên talankirin. Li gel ziyanên herêmê ziyanên canî pir li pêş bû. Mînaka vê ya herî zindî tim di hafizeya civakê de ma, êrîşên balafirên şer ên li Kune Masiya Silêmaniyê bûn ku bombe li zarok û sivîlên li geştê barandin. Tevî her tiştî ne hikûmeta herêmê û ne Bexdayê li ser êrîşên dewleta tirk gotinekê jî negotin. Ev jî kir ku dewlet cesaret ji vê bigire û hê zêdetir bikeve nav axa başûrê Kurdistanê, lê tevî her cure êrîş û operasyonan xwe li ber derbên gerîlayên PKK’ê nekarî bigirin. Ne propagandayên rayedarên PDK’ê û ne jî operasyon û dagirkeriyê karî gerîla û gelê Başûr.

Li aliyê din têkildarî mijara dahat û siberojê ya xizîneya Iraqê ne Bexda û ne jî hikûmetê nekarî li hev bikin. Hikûmeta Bexdayê, destê wê bihêztir bû û di mijara budçeyê de karî dest û lingê hikûmeta Başûr bide girêdan. Dahata petrol û dewlemendiyên deriyên sînor û herêmê ya diçe Bexdayê û tê, bû nîvînîvî. Ev jî kir ku gel û cotkar nikaribin bijîn. Rê li ber serhildan û nerazîbûnan vekir. Her çendî hikûmeta Başûr aliyên şirîk PDK û YNK’ê xwestibin pêşiya vê bigirin jî lê ji ber newekheviya heyî nekarî vê bike û ew nakokî hê jî didome.

Tevî evqas alozî cihgirtina PDK’ê ya li gel dewleta tirk a dagirker bi hinceta ji bo pêşîgirtina kesên ji Îranê tên Başûr ewilî li herêma Zînî Wertê cihên stratejîk dest bi bicihkirina çeteyên ‘Roj’ kirin û bi wê re jî nema, piştre li Garê, Hacî Omeran û gelek deverên din çekên giran û çeteyên bi navê ‘Roj-Gulan’ bi cih kirin û heta tevî hemû hişyariyan jî li hinek cihan prokasyon derketin. Ji ber helwesta gel rê li ber şerekî dijwartir heta niha hatiye girtin, lê ev hewldan hê jî didomin û metirsî hê jî derbasdar in mîna roja pêşîn.

Peymana Şengalê a PDK-Bexdayê danîn hê jî di rojevê de ye. Dîsa ev peyman weke fermananeke nû ya li ser sêrê civaka êzidî hate pênasekirin ku dikare bê gotin berdewama fermana 3’yê Tebaxa 2014’an e.

Jixwe mijara dahatê û nan a gelê Başûr tim rojevek xas e, her çendî hikûmet vê nade der jî lê tim bûye rojeveke esasî. Ji ber nebûna dahat û siberoja herêmê yekane yê ziyanê ji vê dibîne gel e. Tim gel dibe qurbanê vê. Herî dawî bi dayîna nîvenîv a mûçe û dîsa birîna 310 milyar dînarê Iraqî yê ji bûdçeya herêmê bû sedema agir girtina fitîla bombeyê. Di serî de li Silêmanî, Helebçe, Kerkûk, Germiyan, Kelar û gelek deverên din gel rabe serhildanê û daxwaza nan bike. Tevî ku xwîn jî hate rijîn û bû sedema mirina bi dehan kesan jî lê hê jî ev birîn nehatiye pêçan û didome.

Jixwe li aliyê din Kerkûk a di bin lepê tirkmen û ereban de, dike qîrîn û hawar. Piştî bûyera 16’ê Cotmeha 2017’an, vekişîna pêşmerge ji Kerkûkê, Kerkûk bi giştî kete destê Iraqê û dîsa li beşeke wê jî tirkmen xwe lê dikin xwedî û bi temamî mijara erebkirinê ketiye rojevê û rojane kurd ji cih û warên wan tên derkirin û ereb lê tên bicihkirin. Di rewşeke wiha de ne PDK û ne jî YNK xwe li kurdên herêmê kir xwedî û ev rewş hê jî dewam e, her diçe xedartir dibe.

Başûrê Kurdistanê salek wiha bi êş û elem li pey xwe hiş û ketina sala nû hêviyên wê pir in.  Di serî de gelê başûrê Kurdistanê daxwaza siberoj û bidawîbûna dagirkeriyê dike. Li aliyê din daxwazên wan bidawîbûna vê sîstema heyî ye ku gel piştguh dike.

Her çendî sersal bi xemgînî jî hatibe pêşwazîkirin, daxwazên ku bi salan li wan hesret in dîsa hatin kirin û niyazên xwe yên ji bo sala nû pêşkêş kirin.

Niyaz û daxwaz tenê têrê nakin, ji bo saleke din a mîna 2020’î neyê jiyîn, divê gelê Başûr di serî de li dijî dagirkerî û zilma tê kirin serî hilde û bibe xwedî helwest. Li aliyê din ji bo ev sal yekitî û yekrêziyek pêk bê divê di hemû çalakî û xebatên ji bo yekitiya neteweyî de cih bigire. Pêşengî ji çalakiyên yekrêzî û yekitiyê re bike. Dîsa ji bo siberoj û dahata zarokên xwe têkoşînek hê xurtir bike.

Li gel daxwazên gel, gelo ya balkêş daxwazên rayedarên hikûmetê çi ne? Gelo yekrêziya gelê kurd e yan mûçeyê ji Bexdayê ku wisa dizane wê hemû pirsgirêkan çareser bike û domandina hevkariya bi Tirkiyeyê re ye? Ev yek jî wê bi demê re derkevin holê.

Hêviya me jî ji her kesê ye ku li gorî pîvan û rêgezên welatparêziyê bi erka xwe ya niştîmanî rabe… Sala nû li her kesê pîroz û mubarek be…

Nûçeyên Têkildar