Weke li temamê cîhanê, li Kurdistanê jî wexta digotin Parîs, yekser qada Bastîlê, şoreş û komûna wê dihat bîra her kesî. Navê Parîsê bi gotinên şoreş û evînê difûriya, lê belê ji 9’ê Çileya 2013’an ve êdî navê Parîsê tenê çend gotinan tîne bîra kurdan. Sakîne, Rojbîn, Ronahî û komkujî û ji wê şevê ve êdî di çavê kurdan de Parîs ne Parîsa berê ye…
Ev 8 sal in kurd bi êş û jana wê şevê ne û ev 8 sal in li pey edaletê ne. Wê şevê, şoreşgerên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li kolana la Fayette a navenda Parîsê bi hovîtî hatin şehîdkirin. Wê şevê, bi hezaran kurdên ku li ber buroya înformasyonê ya Kurdistanê kom bûbûn di nav şok û travmayeke civakî de bûn. Her di wê kêliya şokê de jî ji bo kurdan faîlên vê komkujiyê diyar bûn. Her kesî weke navê xwe dizanîbû ku ev karê dewleta tirk û îstîxbarata wê MÎT’ê ye. Serokwezîrê wê demê Manuel Valls li pêşberî dehan kamerayan soza ronîkirina komkujiyê da, lê ne Valls, ne jî karbidestên ku li pey wî hatin vê soza ku dan kurdan, raya giştî û demokrasiya Fransayê neanîn cih.
Ger em hinekî piştperdeya komkujiyê bi bîr bixin;
Bersûc Omer Guney 8 roj piştî komkujiyê hat girtin. Bi girtina Guney re, şupheyên kurdan ên li ser dewleta tirk û MÎT’ê peyder pey piştrast bûn. Şopên barûdê yên li ser çenteyê Guney, pasaporta wî a veşartibû, serdanên wî yên Tirkiyeyê, qeydên deng ên bi MÎT’ê re, belgeya “veşartî” ya ku tê de MÎT’ê fermana kuştina Sakîne Cansiz dabû û hwd… Ev temamê van şopan jî nîşan dida ku Enqere fermana komkujiyê daye.
Bersûc Omer Guney, 17’ê kanûna 2016’an bi awayekî guman “mir”. Mirina Guney çend hefte beriya destpêkirina doza komkujiyê bû. Bi mirina wî re jî dosyaya dozê ket. Ji bo kurdan, Guney tetikkêş bû. Malbatên her sê jinên şoreşger û gelê kurd dixwestin bi vê dozê re kesên fermana komkujiyê dane, aşkera bibin û bên darizandin. Lewma jî girtina dosyayê ya bi vî rengî qebûl nekirin. Piştî planên suîqestê yên dewleta tirk ên li Almanya û Belçîkayê jî aşkera bûn malbatan 12’ê adara 2018’an ji nû ve gilî kirin. Di vê dosyaya qalkirî de planên suîqestê û sîxuriyê yên îstîxbarata tirk ên li Ewropayê di jêr lêpirsînê de ne.
Di vê dosyayê de, tevî tora îstîxbarata tirk a li Ewropayê, pêwendiyên wê yên bi Omer Guney re yek ji belgeya girîng jî îtîrafên endamên MÎT’ê yên di destê PKK’ê de ne. Berpirsên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel 4’ê tebaxa 2017’an bi operasyoneke taybet li başûrê Kurdistanê hatin girtin. Ajansa Nûçeyan a Firatê îtîrafên van du berpirsên MÎT’ê weşand. Pekçetîn û Aydin bi awayekî zelal aşkera kirin ku komkujî ji hêla MÎT’ê ve hatiye organîzekirin.
Xûlase, ji destpêka komkujiyê heta mirina Omer Guney doz li dora wî meşiya. Piştî mirina Guney û serlêdana malbatan a 2018’an, dosyaya nû li ser rola MÎT’ê a di komkujiyê de ye. Niha dozgerê lêpirsînê li rola MÎT’ê ya di komkujiyê de dikole. Lewma jî halê hazir, ev yek pêvajoyeke lêkolîn û vekolînê ye. Dozgerê ku lêkolînê dike wê çi biryarê bide ne diyar e, lê belê di serî de malbatên her sê şehîdan û gelê kurd li pey ronîkirina vê komkujiyê ne. Her wiha raya giştî ya Fransayê ku vê rûreşiyê weke êrîşeke li dijî demokrasiya Fransayê dibîne jî bi salan e li kêleka kurdan têkoşîna edaletê didin. Va ye, çend rojên din komkujiya li Parîsê 8 sal li pey xwe dihêle. Ji bo ronîkirina komkujiyê, weke her salê wê îsal jî kurd û dostên xwe yên fransî daxwaza edaletê bikin. Îro nebe, sibe, sibe nebe dusibe… Lê dawiya dawî wê her heqîqet aşkera bibe û rastî di tariyê de nemîne…