PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Berxwedana greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Ocalan didomin

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin

Navenda Nûçeyan

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kiribûn. Grevên birçîbûnê di roja 39’an de didome.

Bi grevên birçîbûnê re, zextên li ser girtiyan jî zêde bû. Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê ragihandin ku rêveberiya girtîgehê xwê, şekir û lîmonê nade wan û hat diyarkirin ku li Girtîgeha Kandirayê jî alavên taybet ên girtiyên di çalakiyê de hatine desteserkirin.

Di heman demê de cezayê dîsîplînê li girtiyên jin ên di Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê hat birîn, girtiyan dema ku qala zextan kirin jî telefona wan hat qutkirin.

Li Rihayê jî testa koronayê ya girtiyên di çalakiyê de nehate kirin, li Girtîgeha Jinan a Şakranê jî ji dema ku çalakiyê dest pê kiriye û heta niha zext zêde bûne.

Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê çend roj berê daxuyanî dabû û diyar kiribû ‘Heke hûn naxwazin li girtîgehan nûçeyê mirinê bibihîzin, divê em berteka civakî zêde bikin.’

Di heman demê de li dijî tecrîda li ser Îmraliyê Mexmûrê jî greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakiya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 18’an de didome.

Her wiha duh jî ji bo azadiya Ocalan û piştgirîdayîna girtiyan li Kantona Kobanê ji bo hefteyekê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar