Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demîr, Nayir û Ûyar hatin bibîranîn

TJA û HDP’ê li Silopyayê Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên siyasetmedar 5 sal berê hatibûn qetilkirin, bi bîr anîn

Tevgera Jinên Azad (TJA) û HDP’ê, Endama Meclisa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku li navçeya Silopiyaya Şirnexê di qedexeya 4’ê Çileya 2016’an de dema dixwestin derbasî taxekê din bibin ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatin qetilkirin, bi bîr anîn. Ji bo her sê jinên siyasetmedar di salvegera 5’emîn de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Silopiyayê bernameya bîranînê hat lidarxistin.

Dayikên her sê jinên siyasetmedar, parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên HDP’ê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

‘Li dijî zilmê em rabin ser pêyan’

Dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr di bîranîna axivî û destnîşan kir ku divê gelê kurd ji bo azadiya xwe dest bide hev û têbikoşe û wiha got: “Jinên kurd îro pêşeng in. Êrîş hemû li dijî dayik û jinan tên kirin. Dilê dayikan dişewite. Li dijî vê zilm û zordestiyê divê em dayik destên xwe bidin hev û rabin ser pêyan û ji van êrîş û komkıjiyan re em bêjin bes e. Daxwaziya me bi tenê aştî û azadî ye. Baweriya me jî heye û dê azadî were vî welatî. Ew roj nêzîk in. Di her aliyê de êrîşî jinên kurd dikin. Wê serkeftin a gelê kurd be.”

Komkujî bi zanebûn pêk hat

Pişt re parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Îmîr diyar kir ku ew ê heta dawiyê şopdarê têkoşîna her sê jinan bin û ev tişt anî ziman: “Kesên ku di wê demê îktîdarê birêve dibirin 6 hevrêyan qetil kirin. Ne tenê ev 6 hevalên me, di kîjan kêliya jiyanê de jinek hebû û li ber xwe dida, bû armanca êrîşan û hat qetilkirin. Îro 43 sal in gelê kurd têdikoşe. Kesên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan perçeyên bedena me ne. Ji ber ku îktîdarê dît ku tevgera azadiya gelê kurd di navneteweyî de tê naskirin, kir armanca xwe. Li Parîsê bi qetilkirina 3 hevrêyên me ev komplo hat destpêkirin. Piştî pêvajoya Osloyê sê hevalên me li Parîsê hatin qetilkirin. Vê komkujiyê bi zanebûn pêk anîn. Di nav van jinan de Sakîne Cansiz a ku li dijî zilmê tifî Esat Oktay kir hebû. Lê ne heval Sakîne û ne jî 5 hevalên me yên din bi tu awayî li dijî zilma wan serê xwe netewandin.”

Piştî axaftinan bîranîn bi temaşekirina sînevîzyona ku jiyana her sê jinên siyasetmender vedigot hat nîşandan.

Di dawiya bernameyê de dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr stran got û beşdarên bernameyê xemgîn bûn. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar