Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Wezîrê Pêşmerge: Em hewl didin bi Iraqê re lihev bikin

Wezîrê Pêşmergeyan yê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û cîgirê dûyem yê serokê parlamentoya Iraqê civiyan

Navenda Nûçeyan

Wezîrê Pêşmergeyan ragihand ku li herêmên di kevin madeya 140’an de çeteyên DAIŞ’ê serî hildane û hewldanên ji bo erebkirinê zêde bûne.

Cîgirê dûyem yê serokê parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad bi Wezîrê Pêşmergeyan yê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Şoreş Îsmaîl re, li bajarê Hewlêrê civiya. Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Beşîr Hedad destpêkê axivî û balkişand ser pirsgirêka zevî ya li derdora Kerkûkê. Hedad got; “Li Pelekan, Sergeran û Daqu pirsgirêka zevî çêbûye. Polîs û artêşa Iraqê destwerdanê kirine û ji ber nebûna hêza pêşemergeyan jî ew mijar kûr bûye. Ji bo vê em hewl didin li gorî lihevkirinê, hêzek hevbeş ya pêşmerge û artêşa Iraqê li herêmê bê bicih kirin.”

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl jî piştre axivî û got; “Ji ber nebûna pêşmergeyan ya li herêmên dikevin madeya 140’an de, erebkirin zêde bûye û DAIŞ’ê serî hildaye. Em dixwazin bi lihevkirinek di navbera Iraq û Başûrê Kurdistanê de hêzên pêşmerge vegerin herêmên madeya 140’an. Em xwe weke beşek ji Iraqê dibînin û emê hewldanên ji bo gihiştina lihevkirinekê dewam bikin.”

Şoreş Îsmaîl di dewama axaftina xwe de got ku ew bi Wezareta Parastinê ya Iraqê re li ser dû navendên serekî û çar nevendên din yên bi hemahengiya navbera Iraq û Başûrê Kurdistanê de lihevkiribûn. Şoreş got; “Li Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr û Deşta Nînova me ji bo hêza hevbeş lihevkiribû. Lê Bexda ji bo Kerkûkê neraziye û em hewl didin lihev bikin.”

Şoreş Îsamîl herî dawî jî balkişand ser para pêşmergeyan ya di bûdeçya sala 2021’an de û got; “Pişka Wezareta Pêşmergeyan di proje yasayê de diyare û em li bendêne ku weke xwe bimîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar