Navenda Nûçeyan
Esnafan xwest kirêya dikanan were kêmkirin. Esnafên bazara Nîştiman ya Hewlêrê dijî bihabuna kirêya dikanan, li ber derê bazara Nîştiman çalakiyek lidarxistin.
Zêdetirî 300 esnaf tevlî çalakiyê bûn û xwestin kirêya dikanan were kêmkirin. Esnafan xwest li şûna her metreyek 16 dolar be, bila 10 dolar were girtin.
Qeymeqamê bajarê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd jî guh da daxwaza esnafan û got; “Mafê esnafan heye û nabe mafe wan were binpêkirin. Emê bi xwediyê dikanan re rûnin û daxwaza esnafan pêşkêşî wan bikin.”