Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...
Çarşamba - 9 Ekim 2024

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

Di olê de dîrokparêzî û gerdûnparêzî

Dixwazim di vê nivîsê de dîrokparêzî û gerdûnîparêzîya di olê de bisekinim. Bawermend an zanyarên olê tiştin bi xwe dane bawerkirin ango ji xwe re sînorek xêz kirine û nekarîne ji wî sînorî derkevin. Ev yek bûye sedem ku nekarîne bi dîrokê re bimeşin û mane di kevneşopiya wê de; kuhne bûne û di cihê xwe de cemidîne. Bi vê yekê tiştê bi vê baweriyê ji xwe re sînor danîne û nekirîne ji vî sînorî derkevin û hêza fikir û hizirînê winda kirine. Êdî ji wê tişta bawer kirine pêştir tiştek din nedîtine û nikarin îro jî bibînin. Ez ê vê yekê bi çend mînakan şîrove bikim.

Di qur’ana pîroz sûreya En’am, ayeta 110-111 de wiha tê fermankirin: “Em ê dilên wan û çavên wan (ji dîtina rastiyê) berevajî bikin; çawa ku wan berê jî bawerî pê neanîbû û em ê wan di serxweveçûna wan de matmayî û sergeşte bihêlin. Bêguman eger me ji wan re fereşte bişanda û mirî bi wan re bida axaftin û me her tişt li pêşberî wan bicivanda, ji bilî ya ku xwedê biviya dîsa wan bawerî nedianî; (gava vîna xwedê di ku dera qur’anê de hat ango xwedê kengî hîdayeta mirov dixwaze! Bersiv; gava mirov bixwaze ye) lê belê pirê wan jî nezan in.”

Gava mirov bala xwe bide hin bûyerên di qur’anê de mirov dikare vê yekê bibîne; mînaka Hz. Muhemmed bi jina xwedîkerê xwe Zeyd re zewiciye. Nivîskarê tefsîra Teberî normal şîrove dike. Matûrîdî bi tûndî li hember derdikeve û vê yekê napejirîne û dibêje tiştek wisa ne pêkan e. Ayetê bi awayek din şîrove dike. Şîrovegerê qur’anê Zemexşerî dibêje ev tişta hanê li cem mirovên ereb ên wê demê ne çewt bû, tiştek ji rêzê bû ne ya rexnekirinê ye ku mirov li ser dirêj bike. Ev her sê şîroveger yek wekî yê din nabêje, her yek li gor çand û derdor û dîroka tê de nirxandiye. Ev yek di têgihiştina qur’anê de tê gotin dîrokvanî yan dîrokparêzî ji ber ku li gor dîrokê têgihiştin diguhere. Mesele Zemexşerî got ev yek li gor çanda ereban ne çewt e wê demê em bibêjin ev ne şerîetê ev çanda gelekî ye mafê me tune ye ku em li ser şîrove bikin an şermezar bikin, ev bû dîrokparêzî.

Îro li cem me dibe meseleya namûsê lê wê demê tiştek ji rêzê bû. Li go tê zanîn ev ji wan xalê gûherbar in ne gerdûnî ne, belkî li gor çanda ereban e. Gelekan gava baweriya xwe bi îslamê anî, ev yek neeciband an li nav xwe pêk neanî, lê ev nayê wê wateyê ku ola îslamê nepejirandiye li hember derketiye. Ji ber ku ev ne xaleke gerdûnî ye. Kesên cahil ên paşverû her tiştê di qur’anê de gerdûnî dibînin û ne pêkan e li dijî wê bê derketin. Bi vî awayî ol anîn asteke wisa ku nebe bersiv ji serdema me ya îro re.

Belê mirov dibêje qey ev nabe zagon lê ne wisa ye. Ez dixwazim vê yekê bibêjim ku rêbazeke usulil fikhê heye ev e; bi guherîna demê re (li gor pêdivî û pêwistiyên jiyanê) zagon jî diguherin. Mînak, xelîfe Omer ayeta 60’î ya ji sûreya tewbeyê, hukmê wê pêk neaniye ayet ev e: “Bêguman zekat, bes ji bo feqîr û belengazan, ji bo karmendên bacê (zikat) û yên dilê wan bi misilmaniyê ve ye. Hêvî heye bibin misilmanên baş, ji bo koleyên dixwazin azad bibin û deyndarên nikarin deynê xwe bidin. Ji bo yên di rêya xwedê de û ji bo rêwiyan e. Ev dabeşkirin zagona xwedê ye. Xwedê zana ye karbinecih e.”

Li gor hikmê vê ayeta pîroz ew ên ku nû bawerî anîne hêj dilê wan li baweriyê germ nebûye yan hê jî qet bawerî neanîne, lê hêvî heye ku bawerî bînin van ji beytilmalê payek didan van kesan. Dewra Ebûbekir bi pêşniyara xelîfe Omer ev yek hat qutkirin êdî nema dane wan. Ev yek bû sedema nakokiyan û hin der û dorên ev yek rexne kir, lê gava mirov li rastiyê binêre, li gor pêdiviyan hikim diguherin. Ev yek hê jî ev der û dorên simsarên olê vê yekê rexne dikin bi tundî li dij derdikevin. Bêguman di alema îslamê de ev beş serdest e û mirov dibêje qey ol nabe bersiv ji bo serdema ku em tê de ne. Lê belê ev yek ne wisa ye, li gor vê hedîsa niha em şîrove dikin û helwesta xelîfe Omer jî tê zanîn ku ol dikare bibe bersiva her demê. Li ser vê usulê hikmek wiha derxistine! Îçtîhad nesxa hikmê di qur’anê de ye dikare bikin. Ji vê yekê tê zanîn gava îçtihad hebe dikare hikmê di qûr’anê de ku ne li gor deme be bide sekinandin. Gava di nav civakê de, ev yek bê pêkanîn, civakeke zana ku neyê mêtin derdikeve holê. Bi vê yekê mêtingerî di civakê namîne, lê vanên ku simsariya olê dikin civakek bihişmend naxwazin ji bo ku ji kontrola wan dernekeve. Ji ber ku wê berjewendiyên wan ji dest biçin.

Hedîsa Ebû Dawid a Ebû Hûreyre rîwayet kiriye, Pêxember (silameta xwedê li ser be) gotiye: “Bêguman dê xwedê ji vê civakê re, her serê sedsalê nûkerekî (pêşengek) ji wan re bişîne ku rêya wan paqij bike” ango kêmasiyên wan rast bike. Mirov ji hedîsê wiha fêm dike divê ol li gor çaxa xwe bê şîrovekirin wiha ji hedîsê fêm bike.

Heger mirov li ser vê hedîsê raweste, mirov dikare bibîne ku reform û pêşveçûn ji bo ola îslamê pêkan e. Mixabin wan kesên berjewendîperest, ola îslamê kirin qurbana berjewendiyên xwe. Hinek ne tê de helwesta gelekan bi vî awayî ye.

Pêdiviyên di serdemên cuda de ne pêkan e ku yek bin, her tim diguherin. Minakek em ji jiyana îmamê Şafiî bidin. Gava mezhebê xwe li Bexdayê saz dike, demekê ji ber zexta rayedarên demê xelîfeyên Ebbasiyan, diçe welatê Misrê li wê derê dora sêzdeh an çardeh dîtinên xwe yên îçtîhadî diguherîne ango bi qewlên kevin (qedîm) û nû (cedîd) hat binavkirin. Çima Şafiî hewcedarî dît ku wan dîtinên xwe yên li Bexdayê tomar kirî biguhere, ji bilî guhertina erdnîgariyê û pêdiviyên civakeke cuda tiştek li holê nexuyaye, lê serhişkiya mejiyên cemidandî û kevneperestiyê ne hişt ola îslamê li gor dem, dever û dewranê, li gor pêdiviyên mirovan xwe nû bike û reformên xwe çêbike.

Gava mirov behsa guherînê dike derhal ew simsarên olê dibêjin qey ol dê biguhere û berjewendiyên wan dê têk biçin. Na ev yek ne rast e. Hin xalên olî yên gerdûnî hene, tu car naguherin ji ber ku exlaqî ne ji her deme re lê ne û guncav in. Xalên pêdiviyên mirovî li gor demê û deverê divê biguherin. Eger neguherin wek îro dema me de 57 an 63 neteweyên îslamî hene bê veqetandin yek li gor zagona îslamê nîne, digel ku welatiyên wan 63 dewletan ji sedî 95’ên wan bawermendin, xêrxwaz û dildarê olê ne, lê ji ber ku olê li gor demê reforma xwe nekir îro jî têra roja me nake.

Ev gotin ez nabêjim lê mixabin û sed mixabin rewşa heyî vê yekê nîşan dide. Gava mirov bala xwe dide dîroka îslamê, mirov dibeje qey bi vî awayî bêxirecir, bêşer û qirên hatiye. Ne wisa ye. Her tim bertekên nûkeran û serhildan li dijî pergalên rêveber hebûne lê her tim dijber di astekê de mane, digel carcaran xweser nîv dewlet jiyana xwe domandine lê her tim desthilatdar bi ser ketine û wan jî dijberiya xwe zindî hiştine.

Îro jî heman tişt berdewam e, desthilatdar civakê çîn bi çîn ast bi ast ji bo mêtina wan dabeş dikin. Ew in dijberên vê yekê ango civakek bêçîn bêmêtingerî û bêastengî dixwazin li himber vê hişmendiyê têdikoşin û li ber xwe didin.

Xuya ye têkoşîna xirabî û qenciyê parçeyek ji jiyanê ye. Ne ew diqede ne ew wateya ku tê gotin, dinya cihê azmûnê ye. Ez bawer im ji vê rewşê derketiye holê. Pir fikreke rast e û watedar e. Ji ber ku ev helwest li ser mirov ferz dike ku mirov ji bo di azmûna xwe de serkeftî be, divê mirov li aliyê rast be, ango aliyê maf, heq, hiqûq û wekheviyê dixwaze.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar