Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

TJK-E: Di 6 û 9’ê çileyê de em ê li qadan bin

TJK-E'yê ragihand ku di salvegera komkujiya Parîsê de dê 6 û 9'ê Çileyê li qadan bin û diyar kir ku li dehan bajarên Ewropayê wê daxwaza xwe ya ji bo darizandina Erdogan bînin ziman

Navenda Nûçeyan

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera 8’an a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand û wiha got: “Ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya jinan hevrê Sakînce Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di salvegera 8’emîn a vê komkujiya namerdane de em soza xwe dubare dikin ku di pêngava serketinê de em ê xwedî li bîranînên şehîdên xwe yên hêja derkevin.

Qetilkirina hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî di 9’ê Çileyê de li Parîsê, êrîşeke plankirî û rêxistinkirî ye ku ji aliyê Tayyîp Erdogan û Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) pêk hat. Komkujiya Parîsê di demeke welê de pêk hat ku li Îmraliyê pêvajoyeke nû ya diyalogê dest pê kiribû û hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dihat kirin. Yanî hêzên faşîst ên ku xwe ji pirsgirêka kurd xwedî dikin bi rêya Komkujiya Parîsê xwestin çareseriya pirsgirêka kurd sabote bikin. Ev êrîş êrîşeke ji bo astengkirina çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bû. Ev êrîş êrîşeke dijminatiya li jinan bû, êrîşa li dijî gelê kurd û nirxên demokrasî û azadiyê bû.

Nepêkan e ku êrîşeke wiha bêyî piştgiriya ji Fransa û hêzên cuda yên li Ewropayê bihata pêkanîn. Lewma rêveberiya Fransayê ya wê demê û hin dewletên ewropî yekser berpirsyar in. Rêveberiya Fransayê di çarçoveya berpirsyariya xwe de divê sûcdarên din ên komkujiyê aşkera bike û darizîne.”

Kampanyaya 100 sedem

Di daxuyaniyê de kampanyaya 100 sedemên ji bo darizandina dîktator hat bibîrxistin ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve di 25’ê Mijdarê de hat destpêkirin û wiha hat domandin: “Bi rêya vê kampanyayê, tê xwestin ku komkujiyên jinan ên ji aliyê desthilatdariya AKP’ê û bi fermana Tayyîp Erdogan ve hatin kirin bên cezakirin. Ji ber vê yekê di salvegera 8’an a Komkujiya Parîsê de em dixwazin ku dewleta tirk ji ber sûcên li dijî mirovahiyê yên li hemberî kurdan û ji ber qirkirina jinan bê darizandin. Ji ber vê yekê em dibêjin ‘Yê fermana komkujiya Parîsê da Erdogan e. Bila bê darizandin’. Di serî de dewleta Fransayê em bang li saziyên navneteweyî dikin ên xwe bi mafên jinan û mafên mirovan û demokratîk pênase dikin, ku ji bo darizandina van sûcan û ji ber naskirina qirkirina jinan weke sûcê li dijî mirovahiyê bi berpirsyariya xwe rabin.”

Banga tevlibûnê

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku weke TJK-E’yê ji bo hesab ji berpirsyarên komkujiya Parîsê, ji hêzên sîstema bi serweriya mêr a di şexsê Şingal û Rojava de êrîşî şoreşa jinên kurd dike bê pirsîn, wê li qadan bin û ev tişt hat gotin: “Di 6’ê Çileyê de li ber Konsolosxaneyên Fransayê, di 9’ê Çileyê de jî di serî de Parîs li gelek bajarên Fransa û Almanya, li Belçîka, Hollanda, Swîsre, Îngilistan, Awûstûrya û Skandînavyayê em ê bêjin; Bila Erdogan ê ku fermana komkujiyê da bê darizandin.”

Her wiha TJK-E’yê bang li jinên kurd, gelên Kurdistanê, sosyalîst, raya giştî ya demokratîk, femînîst û parêzvanên jinan ên li Ewropayê kir ku 9’ê Çileyê li qadan bin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar