PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Bi komplo îfade dan morkirin

Hasan Yalçin ê ku çavê wî nabîne polîsan komplo li wî kir û li Midûriyeta Emniyetê ya Hezoyê zabitnameya îfadeyê pê dan îmzekirin û li ser 35 HDP’yiyan sûcdarî hate kirin

Navenda Nûçeyan

Li navçeya Hezo ya Êlihê, polîsan gef li zaroka bi navê S.Y. (14) xwarine û jê xwestine ku li ser bavê xwe Hasan Yalçin ê kor îfade bide. Di encama van gefên polîsan de di tebaxa 2020’an de S.Y. li Midûriyeta Polisan a Hezoyê li ser bavê xwe îfade da. Piştî vê îfade dayîna S.Y. polîsan bi ser mala Hasan Yalçin de girt û wî binçav kirin.

Yalçin, 4 rojan di nezaretê de ma. Li gel ku Yalçin cara yekemîn hatibû binçavkirin jî polîsan mafên wî jê re venegotin û bêyî parêzer gotinên wî girtin. Piştî girtina gotinan ji Yalçin xwestin ku hin ewraqan mor bike. Yalçin van ewraqan weke gotinên xwe hesiband û hemûyan mor kir. Piştî van kiryarên li Midûriyeta Polisan a Hezoyê, Yalçin derket dadgehê û bi sûcdariyên “piştgiriya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” cezayê hefsa malê lê hat birîn.

Derket holê ewraqên ku bi Yalçin hatine morkirin angaştên derbarê 35 HDP’yiyan de ne. Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci jî di nav van 35 kesan de ye.

Yalçin, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku ewraqên  pê dane morkirin bêyî ku jê re bixwînin pê dane morkirin û wiha got: “Keça min a biçûk xapandine û li ser min pê gotin dane gotin. Ji ber ku temenê wê negirtiye xizmekî me jî kirine dewrê. Ji bo ku li ser 35 kesan îfade bidim lîstik çêkirine. Çima vê yekê li me dikin. Ez cara yekemîn hatim binçavkirin. Ewraq bi min dan morkirin. Piştre ji kesên ku binçav kirine re gotine, ‘Hasan Yalçin li ser we îfade daye’. Min kirine hedef. Min li ser kesî îfade nedaye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar