Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Li ber girtîgehê ji bo greva birçîbûnê çalakî

Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê li ser navê partî û rêxistinên sivîl ên civakî axivî û diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêş aştiya welat tecrîda li Îmraliyê ye

Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin de xwestin li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek bidin, lê polîsan destûr neda. Qeymeqamtiya Bakirkoyê, bi hinceta vîrûsa koronayê daxuyaniyê asteng kir. Malbat û gelek endam û rêveberên sazî û partiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan pêşiya girseyê girt û îdia kirin ku daxuyanî hatiye qedexekirin. Girseyê li dijî vê biryarê dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne’ berz kirin. Li ser navê girseyê parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum axivî.

Gulum bertek nîşan qedexekirina daxuyaniyê da û wiha got: “Şertên pandemiyê tên îhlalkirin û lêgerîn li girtîgehan tên kirin, ev pêkanîn bê hiqûqî ne. Mixabin heta ku girtiyên nexweş neyên ber mirinê dewlet wan bernade. Roj nîne ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan serlêdan neyên kirin.”

‘Bi pêşeroja welat re ne leyîzin’

Gulum destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bûye û ev tişt anî ziman: “Girtîgeh bûne îşkencexane. Astengiya herî mezin a li pêş aştiya vî welatî tecrîda li Îmraliyê ye. Divê demildest tecrîd bê rakirin û hevdîtinên malbat û parêzerên werin kirin. Em ji vir careke din rakirina tecrîdê dixwazin û dibêjin bi pêşeroja welat neleyîzin.”

Daxuyanî bi dirûşma ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne’ bi dawî bû. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar