Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ajansa NuJINHA’yê dest bi weşanê kir

Bi pêşengiya Weqfa Çandê ya Medyayê ya Jinan a navenda wê Swêd e, NuJINHA dest bi weşanê kir

Navenda Nûçeyan

Ajansa Nûçeyan a Jinê (NûJINHA) ku bi pêşengiya Wekfa Çanda Medya ya Jinan ku navenda wê li paytexta Swêdê Stockholmê ye îro dest bi weşanê kir. NûJINHA wê weke dengê jinên Rojhilata Navîn dê bi zimanê kurdî, erebî, farisî, tirkî û îngîlîzî wêşanê bike. Her wiha di nava zimanê kurdî de bi zaravayê kurmancî û soranî weşan tê kirin.

NûJIHHA di rûpela xwe de wiha qala xwe dike:

“Ji duh ber bi siberojê ve dengê jinan NûJINHA…

Li warê ji dîrokê ve hemû heyînên destpêkê bi destê jinan jîndarbûyî; Rojhilata Navîn serhildêriya jinan weke gulberojê ji nava axê serê xwe rakiriye û berê xwe vegerandiye rojê, ango ronahiyê. Têkoşîna jinan a bêhempa, di serî de li vê axê û ji jinên li gelek deverên cîhanê re bûye ronahî. Ji bo pêşeroja bi destên xwe raçandî hîn zêdetir bide dîtin, an jî bigihîne jinên li gelek deverên cîhanê ango pêdiviya bihevrebûnê carek dinê jin anîn gel hev.

Jinên rojnameger ên ji demboriyê ber bi dahatuyê ve ji tecrubeyên xwe fêz girtine, ji bo dayîna rastiyan û zimanek nû ketin rê. Di kargihan de jinên ku her roj keda wan tên mêtîngerkirin, li tax û mala xwe; bi nasnameya karkerî, hunerî, akademisyenî û dibe ku bi nasnameya xwe ya nivîskariyê jî tune tên hesibandin, ji nedîtî ve li wan tê nêrîn, her dayîm bi tundiyê tên çewisandin, dê êdî dengê wan, dîwaran û sînoran derbas bike. Di NûJINHA’yê de jinên ku li peyî heqîqetê dimeşin, li hemberî hemû qalib û zimanên bûne kirde, wê bi hemû ‘heyîn’ û sadebûna wê ve bi nûçe û rêzenivîsên xwe bigihîne xwendevanên xwe. Dê bi kurdî, erebî, farisî, tirkî û îngilîzî bê ferqa ziman, bawerî û rêgezan çîroka hemû jinan bê ‘cudakarî’ bi feraseta ku em bi hev re bi hêz in wê bi bîr bîne û binivîsîne.

Dê jin bi pêşengiya Wekfa Çanda Medya ya Jinan ku navenda wê li Swêdê ye, heqîqeta jinbûyînê di rûpelên xwe de parve bike. Jinên rojnameger bi ajansek nû dest bi vê rêyê kirin. NûJINHA dê xwe bigihîne jiyana jinên li rawestgehên cuda yên Rojhilata Navîn û amade ye ji bo guherîna jiyana wan bide bihîstin.

Baş e ku hûn hatin nava me …”

Lînka ajansa NuJINHA: https://jinhaagency.com/kr 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar