Navenda Nûçeyan
Duh bi şev li ber derê Nexweşxaneya Giştî ya navçeya Xurmatû ya ser bi parêzgeha Diyala, parêzvanek baregeha Tevgera Goran ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin. Nayê zanîn ka ji ber çi parêzvan hatiye kuştin û kujer kîne. Hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.