Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Jiyana nû bi jineolojiyê ava dibe

Gerîlayê HPG’ê Bawer Erûh derbarê jineolojiyê de axivî û diyar kir ku jiyana nû dê bi jineolojiyê ava bibe

Gerîlayê HPG’ê Bawer Erûh derbarê jineolojiyê de ji ajansa ANF’ê re axivî û diyar kir ku li dijî karesta, xerabî û derewîniya olperestî, neteweperestî û zayendperestiyê, bi fikra jineolojiyê bi pêşengiya jinan, mirovahî dikare bibe xwedî paşerojeke ronî.

Gerîla Erûh diyar kir ku dûrxistina jinan ji nirxên civakî ne tenê li vê serdemê bûye û wiha got: “Rabirdûya vê yekê ya dîrokî xwe dispêre serdema beriya bi hezaran salî. Vê yekê di heman demê de nasnameyeke berxwedanê jî afirandiye. Li dijî zîhniyeta bi serweriya mêr a pênc hezar salî, bi nêrîna jineolojiyê em dikarin jiyaneke alternatîf ava bikin. Li Kevana Zêrîn, bi taybetî jî li Mezopotamyayê girîngtirîn û hêjatirîn şoreşa dîrokê pêk hat. Ev şoreş bi pêşengiya xwedawenda bingehîn şêweyekî welê yê jiyanê bû ku kes li derve nedihate hiştin. Mînaka berbiçav a wê yekê bû ku felsefeya ’em hemû ji bo yekî, yek ji bo hemû’ lê ketibû meriyetê, mirov di rojên xweş û nexweş de bi hev re bûn; civaka exlaqî û polîtîk lê serdest bû.”

Şoreşa dijber a mêran

Di axaftina xwe de Erûh anî ziman ku qelsiya mêrê extiyar li nava jiyanê, her wiha nêçirvaniya mêrên xurt bûn sedem ku zexelî rû bide, tovên nifaqê li nava civakê bê çandin û wiha dewam kir: “Feraseta ku bi mêr ê zexel, rahîp û şaman derkete holê, bi hezaran salî dewam kir, li dijî jiyana azad weke şoreşa dijber derket pêşiya mirovahiyê û heta vê serdemê, mîna cenawerekî civak û nirxên wê daqurtaniye. Aqlê mêr ku weke şefê leşkerî, şaman û rahîp derket holê, zilamtî li zîgûratan veguherand îdeolojiyekê, mêr gihand asta xweda-qral, di şexsê jinan de fahîşekî afirand, bi dijberiya xwe ya li jiyana azad û pîroz a bi pêşengiya dayik-xwendawendiyê ya hezaran salî, xwest ku jinê û civakê daxîne asta herî nizm. Zanistiya ku heta wê rojê bi jinê dihat naskirin, bi zîgûratan re ket bin zext û zordariya mêr, ket bin xizmeta xweda-qralan. Ked û tecrûbeya dayik-jinê ku bingeha zanistan hemû ye, tune hat hesibandin, ji nedîtî ve hatin. Zanistiya ku li ser desteserkirin û talanê ava bû, bi gotina ‘zilamê zanyar’ êdî bi kodên mêr xwe nîşan da. Li nava jiyanê, siyasetê, aboriyê, çand û hunerê cih neda jinan, her wiha jinên ku lê serketî bûn a tune hatin hesibandin an jî hatin cezakirin. Bi vî rengî nîşan da ku nikare xwe li jinan ragire. Avabûna kodên zilamtiyê îşaret bi qirkirina jin û civakê dike.”

Jin bi berdêl û kedê bi pêş ve çûn

Gerîla Erûh da zanîn ku afirîneriya di xwezaya jinan de heye, tu carî ko nebûye û li gel komkujiyên bi hezaran salan dewam kirin jî ev afirenerî hîn bêhtir dewlemend bû û wiha domand: “Cîhana zanyariyê ya bi serdestiya mêr rê neda be jî jinan bi ked û berdêleke mezin vedîtinên gelekî kêrhatî ji bo mirovahiyê kirin. Mînak; meta ku matematîkvan Ada Lavelaca di sala 1843’an de nivîsî weke yekemîn bernameya kompûterê hat qebûlkirin. Kîmayger Marga Faûlstch camên taybet dîtiye ku di optîka çav de xwedî cihekî taybet e. Dr. Patrîcîa Both cîhaza katarakt a bi lazer dît û tevkariyeke mezin li zanistiya tibê kir. Şirinqeya destpêkê ya medîkal, amûra ku camê wesayitê pê tê paqijkirin, maşîna firaxşuştinê ji vedîtinên jinan e. Yekemîn matematîkvan, felsefevan û astromîvan Hypthîo ji ber ku jin bû hat kuştin. Pêşenga jinê Olîmpîa De Gûe bi giyotînê hat cezakirin. Helene Van Drûslawîts di sedsala 19’an de 27 salan li timarxaneyê hat ragirtin ku ev yek bêtehemûliya li jinan nîşan dide. Her wiha bi hezaran jinên ku li ser zanistiyê dixebitîn hatin şewitandin, fetisandin û bi giyotînê hatin cezakirin. Bêguman ji nava xweliyên jinên azad, lêgerîna li jiyana azad afirî.”

Utopya bihuştê ya mirovahiyê

Her wiha gerîla Bawer Erûh ji bo dawî li zext, zilm, talan, derew, desthilatdarî û komkujiyên ji aliyê mêr ve tê kirin bê anîn, ji bo tunekirina koletiya jinan û afirandina mêr û civaka azad a bi pêşengiya jin a azad, bal kişand ser pêşengiya jineolojiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî karesat, derewîn û xerabiya olperestî, neteweperestî û zayendîperestiyê, bi nêrîna jineolojiyê bi pêşengiya jinan paşerojeke ronî ya mirovahiyê û gerstêrka me dikare bê afirandin. Bi vî rengî utopya bihuştê ya mirovahiyê dikare bê pêkanîn.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar