Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Egîdbûn cewherê me ye jineolojî xwe gihandina egîdbûnê ye’

Gerîlayê HPG'ê Adil Amed şîdeta li dijî jinê û xisleta desthilatdariya baviksalarî nirxand û got: "Hişmendiya baviksalariyê berpirsyarê destavêtinê û qirkirinên fîzîkî û rûhî ye"

Navenda Nûçeyan

Gerîlayê HPG’ê Adil Amed bal kişand ser zanista jineolojiyê û got: “Bi kûrbûnê di zanista jineolojiyê de û pêkanîna xisletên civakbûnê, em ê bigihin egîdbûn, camerdî û xwebûnê. Egîdbûn cewherê me ye, jineolojî zanista xwe gihandina egîdbûnê ye.”

Gerîlayê HPG’ê Adil Amed şîdeta li dijî jinê û xisleta desthilatdariya baviksalarî nirxand û got: “Hişmendiya baviksalariyê berpirsyarê destavêtinê û qirkirinên fîzîkî û rûhî ye.”

Amed wiha domand: “Şîdeta ku li jinê tê ferzkirin di rojeva giştî ya cîhanê de ye. Lewra mirovên azadîxwaz li pey çareseriya vê pirsgirêkê ne. Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên civakê berê nirxand û di asta zanistê de rêkên çareseriyê destnîşan kir. Zanista jineolojî bi şaxên xwe ji her pêwîstiyeke civakê re dibe bersiv û li ser vê esasê di asta navneteweyî de û di bala her kesî de ye.

‘Cewhera mirovahiyê di keseyeta jinê de veşartî ye’

Gerîlayê HPG’ê Adil Amed qala pîvan û cewhera mirovbûnê jî kir û got, “Eger mirov li cewherê mirovbûyînê bigire, wê bê dîtin ku tiştên gerdûnê afirandiye bêqisûr in. Ev yek pêwîstiya jiyanê ye. Berhemên jinê jî bi heman avahî xwedî heman xisletê ye. Xwe zêde kirin ji bo tinebûnê ye, civakbûn ji bo xweparastinê ye, exlaq ji bo civakbûnê, wîcdan ji bo edaletê, empatî ji bo fêmkirina yên beramberê xwe ye, wate ji bo nirxdayîna hevdû, pîvan, estetîk û ji bo xweşikbûnê ye. Ev berhemên zêrîn yên jinê ne. Ev xislet, dema hemû bi hevdû re werin nirxandin, pêşî li xirabî û tunêbûnê digrin. Di heman demê de ev mekanîzmaya xweparastinê ne û mirovê ku bikaribe her yek ji van taybetmendiyan di kesayetiya xwe de ava bike, wê bi kamilbûna xwe ve xizmeta jiyanê bike.”

‘Bi koledarî, zayendperestî civak ji nirxên xwe dûr dikeve’

Amed wiha domand: “Dema ku mirovahî ji serdema Neolotîkê derbasî serdema koletiyê bû, eşkere bû, zilam derketin û desthilatdariya xwe ya mezin bi kolekirina jinê ve bi dest xistiye. Li ser vê esasî di dîrokê de jî tê dîtin ku desthilat, dogmatîzm, koledarî, feodalîzm, zayendperestî û lîberalîzm di destpêk de li ser jinê tê ferz kirin û bi vî rengî civak ji nirxên xwe yên esasî dûr dikeve û dibe koleye pergalê.”

Gerîlayê HPG’ê Adil Amed hin serdemên kuştin û tecawîza ku li hember jinê tê kirin bilêv kir û wisa pêde çû: “Êrîşên herî dijwar li beramberê jinê di vê demê de tên pêk anîn. Ji derketina desthilatdariyê ve hişmendiya baviksalarî berpirsyarê hemû kuştinan e û tecawîz ne tenê fîzîkî ye, ruhî û zîhnî jî li ser jinê ferz dike. Dema zilam xwe lawaz bibîne, çareserî û rêka xilasbûnê di çûndina li ser desthilatê de dibîne. Li ser vî esasî her hebûnekê dike aydê xwe, wekî zarokekî ku hîna di malzarokê de ye, vê jî dike aydê xwe û her tiştê wê/wî diyar dike. Di vê wateyê de hişmendiya zilamsalarî li ser keda civakê dirûne û xwe weke navenda cîhan û jiyanê dibîne.”

‘Jineolojî zanistî û xwe gihandina egîdbûnê ye’

Herî dawî gerîla Adil Amed ev got: “Ji bo em xwe ji desthilatdariyê xilas bikin hewce ye em têkoşînekê dijwar bimeşînin. Guhertina zîhnî divê pir kûr be, da ku hişmendiya ku heye ji xwînê bi bandor bûye, bê bandor bixîne. Bi rêbaza Rêber Apo, ango zanista jinê ve têkoşîna azadiyê xurtir dibe. Bi Jineolojiyê wê koka hişmendiya desthilatdariyê û baviksalarî were jê kirin. Ango Şaxên jineolojî çiqas bi pêş bikevin, wê pergal jî her biçe winda bike. Bi kûrbûnê di zanista Jineolojî û pêkanîna xisletên civakbûnê, em ê bigihin egîdbûn, camerdî û xwebûnê. Egîdbûn cewherê me ye, Jineolojî zanista xwe gihandina egîdbûnê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar