Navenda Nûçeyan
Kongreya Amerîka encamên hilbijartina 3’yê mijdara 2020’an erê kir.
Di civîna Kongreya Amerîka de ku ji ber alîgirên Donald Trump daketîbûn li ber avahiyê wê bi aloz derbas birîbû, bi 306 dengan serkeftina Joe Biden hate erêkirin. Joe Biden bû serokê Amerîka.
Di aloziyên roja Çarşemê li ber avahiya Kongreya Amerîka derketin de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 52 kes hatibûn binçavkirin.