Navenda Nûçeyan
Hêzên girêdayî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), li herêmên nêzî qadên gerîla daran dibirine. PDK rojane baregehên nû li nêzî herêmên gerîla ava dike û çekên giran vediguheze herêmê. Vê carê PDK li rexa çêkirina baregehan, li herêmên nêzî gerîlayan dest bi birîna daran jî kiriye. Li gorî nûçeya Rojnewsê, hêzên PDK’ê li herêma Qesrê ya girêdayê navçeya Çoman û bajarokê Wertê ya girêdayî navçeya Rewandiz ên dikevin ser bajarê Hewlêrê, dest bi birîna daran kiriye û ev dar bê ku ji bo wan pêwîst bike, tê birîn.
Herêmên ku hêzên PDK’ê dar lê dibirin ev in; “Zînî Wertê, Çiyayê Gewe, rêze çiyayên Direb, Girê Kêle ya ser bi bajarokê Wertê, Girê Maynesur, Girê Xanolan, gundê Welzêy a ser bi bajarokê Qesrê, Girê Kulîtar û derdora wê.”
Li gorî agahiyan li herêma dar birînê, fermandarên PDK’ê ji xelkê herêmê xwestine bi kêfa xwe biçin û daran bibirin.