Navenda Nûçeyan
Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê, di 27’ê mijdarê de, bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem kirin. Çalakiya girtiyan, di roja 42’emîn de berdewam dike.
Greva li mexmûrê di roja 21’emîn de ye
Li Kampa Mexmûrê jî li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya Meclisa Îştarê di 18’ê kanûnê de çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin di roja 21’emîn de bi koma 11’emîn didome.