Li komelgeha Bêrsîvê ya navçeya Zaxo ya girêdayî Dihokê, jinek ciwan êzidî ya bi navê Selma Usad Waltî ya 15 salî ku ji komelgeha Gir Izêr ya Şengalê bû, dawî li jiyana xwe anî.
Li gorî agahiyan jina ciwan xwe xeniqandiye û dawî li jiyana xwe aniye.
Ev sêyemîn bûyera xwekuştinê ya jinên ciwan ên êzidî ne ku di çend rojên dawiyê de li parêzgeha Dihokê rû dide.DİHOK