Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Benê Erdogan bikişînin jî naxwazin biguherin

Rewşa rêvebiriya Tirkiyeyê aloz e. Bêgûman, her çiqas alozî xwe aşkera nîşan jî bide, hukma zordar êdî tena serê xwe ji ber vê aloziyê hilnaweşe. Sedema esasî ya vê rewşê ew e ku êdî tu pêwîstiya hukma ku dewleta tirk bi rêve dibe, bi çîrokên serkeftinê tune ye.

Beriya dîktatoriya Erdogan hikûmetên din kêm zêde pêwîstiya wan bi çîrokên serkeftinê hebûn. Wekî mînak, berê heke aborî ne baş ba hilbijêr deng nedidan û hukma wan bi dawî dihat. Lê ev sîstema kevin guherî. Erdogan piştî bi hevkirina MHP’yiyên faşîst û Ergenekoniyên xwînmij bû lîstokê dewleta esasî û bi awayeke plankirî dest bi reorganîzasyona sîstema nû ya dewleta tirk kirin. Piştî reorganîzasyonê jî tu pêwîstiyê wan bi çîrokên serkeftinê jî neman.

Ferqa herî mezin a hukmên berê û ya niha jî divê were zanîn. Berê, hukum di destê kê ba ne xem bû. Arteşa tirk, ango ‘dewleta kûr’ li paş deriyan dewletê rêve dibir. Ji ber vê yekê rayedariyek hilbijartî nedikarîbû derkeve derveyê xetê.

Ku wiha be, ev sîstem çawa hilweşiya? Divê em bersiva vê yekê jî bidin.

Kurd, bi dehsalan in mafê doza xwe dikin. Ev 37 salên dumahiyê jî têkoşîna xwe bi çekan didomînin. Ji salên 90’î heta niha jî kurd her diçin di qada siyaseta aşkera de jî xurt dibin.

Dewleta tirk xwest bi ‘çareseriyên xapînok’ pêşî li xurtbûna qadên aşkera bigire. Her çi qas tevgera kurd ji vê hestê hayîdar tevgeriya be jî, gelek aliyan dû re jê famkirin ku hem di Osloyê de, hem jî di pêvajoya 2013’a de derdê dewleta tirk ne çareserî bû. Ew dixwestin tevgera kurd daxilî sîstema xwe bikin, bi vî awayî bandora vê têkoşînê ne tenê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, her wiha li Rojhilata Navîn jî bişikînin. Ango bi rengekî din wê bi dek û dolaban tasfiyê bikin.

Hilbijartinên 2015’a di vî warî de mîlad e. Hat dîtin ku ger sîstem neyê reorganîzekirin, kurd kilîda welat in û bê kurd nikarin tiştek bikin. Ji lawaziya Erdogan îstîfade kirin û wî girtin bin kontrola xwe. Bi sîstema ‘nav takekesî’ jî faşîzma ku ji damezrandina komarê heta niha heye ji nû ve saz kirin. Şerê li hember kurdan jî careke din bi awayeke dehî xurt dan destpêkirin.

Belê, yên li ber çavan Erdogan û Bahçelî ne. Qaşo Erdogan jî take kes e. Lê rastî ne wisa ye. Ew ên ku ji pêşketina kurdan tirsiyan, bi kin û kurt ji HDP û muxalefeta çepgirên sosyalîst û hinek aliyên din ên dostê kurdan cûdatir, hemû nijadperest û neteweperestên tirk, ango ji Kemal Kiliçdaroglu heta Ahmet Davutoglu, ji Meral Akşener heta Alî Babacan û yên din piştgiriya vê pêvajoyê kirin. Di encamê de sîstemek wisa amade kirin ku kilîdbûna kurdan ji holê rakirin.

Em dîsa vegerin serî. Belê, arteş, ango ‘dewleta kûr’ a berê, niha hukma xwe li paş deriyan nake. Êdî ‘dewleta kûr’ a berê rayedariya aşkera ya dewletê ye. Ango ‘dewleta kûr’ nema ye. Dewlet bi xwe ‘kûr’ bûye. Erdogan jî lîstoka wan e. Ji ber vê yekê jî tu pêwîstiya wan bi çîrokên serkeftinê tune ye.

Lê di vir de tiştek esasî heye. Her çiqas ev 4-5 salên dawiyê şerê li hember kurdan gûr kiribin jî, hat dîtin ku li hember kurdan bi serneketin. Berdêla wê giran bû lê kurd ne li qada siyasî, ne jî li qada leşkerî têk neçûn. Lawaz ketin lê têk neçûn. Bi gotineke din ew kurdên ku di 2015’a de di qada siyaseta aşkera de jî zora wan bir, niha li her alî zora wan dibe. Dewleta niha çi bike jî nikare xwe ji vê bandorê xilas bike.

Aloziya ku di serî de me qal kir ev e.

Dibe ku ji niha pê ve dest bi lêgerînên din bikin. Lê ew derfeta wan jî her diçe kêm dibe. Çimkî rewşa wan ne tenê li hûndir, li derve jî ne baş e.

Mixabin, hê muxalefeta li parlamentoya tirk a ji xeynî HDP’ê, ji vê rewşê ders negirtine. Ji piştgiriya xwe ya dewleta xwe, ne eciz in. Heke ew dersa xwe bigirtiba, gûman lê nîne, hilweşîna sîstemê, herî kêm vegera 2015’a dê gelek hêsantir bibûya.

Di rojên pêş de ew ê helwestên welatên rojavayî diyar e zêdetir tund bibin. Ev yek, dê bandora xwe li hemû aliyên dewletê û ‘muxalefeta kedîkirî’ jî bike.

Mumkun e ku ji ber vê rewşa aloz, benê Erdogan bikişînin. Dû re jî bi hin aktorên din, lê bi vê sîstema bi nav ‘takekesî’ rêya xwe bidomînin.

Li hember vê rewşê divê hemû alî, bi taybet jî aliyên kurd hişyar bin. Aşkera ye; kî benê Erdogan bikişîne jî yên zora wan biriye têkoşîna kurdan e. Divê kurd bi hemû aliyê xwe ve vê rewşê baş binirxînin û bi gor vê yekê jî tevbigerin.

Nûçeyên Têkildar