Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sedsala 21’ê û enternasyonalîzma jinan

Nora Merino û Tamara Lacruz

Bi şoreşa Rojava re, mirovên ji her derê cîhanê hîn pirtir Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kiriye û ji bo vê şoreşê fêr bibin û biparêzin ew jî çûne wan deran. Bi taybetî em jin ji şoreşgera mezin a jinên Kurdistanê û têkoşîna wan a bênavber li çiyayan, berxwedana wan a li dijî DAIŞ’ê û rêxistinkirina wan li bajarên Bakur bi bamfor bûn û me ev şoreş wekî şoreşa xwe nas kiriye, me sloganên wê wekî sloganên xwe girtine û bingeh û nirxên wê wekî armancên me yên têkoşînê qebûlkirine. Lê belê, şoreşa Rojava wateyeke nû ji bo enternasyonalîzmê derxistiye holê. Enternasyonalîst divê ne tenê wekî nêrînvanên piştgiriyê bi têkoşîneke neteweke cuda xwe bibînin, lê divê em wekî parçeyeke hundirê wê têkoşînê xwe hîs bikin. Ji ber ku ger em dibêjin erîşên dijmin gerdunî ne, wê demê berxwedan û têkoşîn jî divê gerdunî be. Ji ber vê yekê, piştgiriya me ya herî baş a bi şoreşa Kurdistanê re jî ew e ku em gav ber bi têkoşîneke şoreşgerî li welatên em dijîn, bavêjin û ev yek di heman demê de tê wateyê ku em bi gelê xwe re xwe birêxistin bikin, em ji dîroka gel û welatên xwe bi xwe nas bikin û fêr bibin û ji axa xwe hez bikin.

Rêber Abdullah Ocalan dibêje ku armanca gerdûnê bixwe azadî ye û em dikarin vê yekê di strana çûka bilbilê de, di hezaran rengên xwezayê de yan di daxwaza xwe ya rizgarkirinê ya heywanek girtî de bibînin. Mirov jî parçeyeke vê gerdûnê ye û wê demê jî li azadiyê digere. Ev lêgerîna azadiyê jî li enternasyonalîzmê wekî formûl dîtiye, ji bo ku em bi awayekî kolektîf bigihîjin jiyaneke azad û em vê jiyanê jî kolektîf biparêzin. Lê ev têkoşîn gerek li gor ruhê sedsala ku em li dijîn be. Di dîrokê de enternasyonalîzm li ser bingehên têkoşînên çînî yan jî rizgariya neteweyî hatiya îlankirin. Lê tecrûbeya dîrokê nîşanî me da ku ev fêmkirin kêm dimînin û nikarin azadiya hemû civakê û jiyanê qezenc bikin. Tevgera Jinên Kurdistanê sedsala 21’ê wekî sedsala azadiya jinan bi nav dike. Ji ber vê yekê, bi ruhê sedsala me têkoşîndayîn tê wateya ku gerek em azadiya jinan li navenda têkoşîna xwe de bi cih bikin. Ceribandinên bîrdozî, praktîkî û zanistî ku Tevgera Jinên Kurdistanê bi pêş xistiye û ji hemû jinên cîhanê re pêşkeş kiriye, nîşanî me dide em jin dikarin û divê pêşengên enternasyonalîzma sedsala 21’ê bin. Bi zanista jinan, jineolojiyê em ê bingeha zanistî ku hemû zanîn, tecrûbe, têkoşîn û berxwedanên jinan û gelên serhildêr girê bide, bi pêş bixin; gavên ber bi lêgerîna jiyana azad û watedar biavêjin û xweparastina navneteweyî ku serkeftinên me misoger bike, ava bikin. Pêşniyara Tevgera Jinên Kurdistanê ya Konfederalîzma Jinan a Cîhanê, alternatîfeke şênber e ku sînorên klasîk a fêmkirina enternasyonalîzmê derbas dike. Rêxistinkirineke cîhanî ya bi azadiya jinan, di asta herêmî de bikaribe civakên demokratîk û ekolojîk ava bike, armanca bixwe ya vê konfederalîzmê ye.

Sala din, bi pandemiyê derbas bû. Ev pandemî bi taybetî perîşaniya ku pergala modernîteya kapîtalîzmê bi pêş dixe, lez û kûr kiriye. Lê di heman demê de vê pandemiyê li cîhanê belav dibû û tevgerên jinan û gelan jî li her derê zedêtir belav bûne û xurtir bûne.

Li hemû cîhanê me dît çawa jin pêşengên pêvajoyên guhertinê û azadiya civakê ne û ew jî motora şoreşa gelan dibin; Kurdistan, Polonya, Şîlî, Sûdan… daxwazên jinan di cihekî taybet a cihanê de bûne sedemên têkoşînê û li cihên cûda piştgiriya enternasyonalê. Tevgerên ‘MeToo’ (ez jî) yan ‘Ni una menos’; komiteyên ‘Women Defend Rojava’ (Jin Rojava Diparêzin) ku di mehên cotmehê û mijdara 2019’an de li tevahî Ewropayê hatin afirandin, belavkirina berxwedana şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li hemberî erîşên dewleta tirk didomînin; her wiha jinên Polonya û Koreya Başûr ku daxwaza xwe ya ji bo mafê jinan ê kûrtajê anîn kolanan. Ev hemû mînakên girîng in.

Sala em nû ketinê, bi hêviya mezin a têkoşîna jinan dest pê kir. Roja 31’ê kanûnê me mizgîniya hevalên xwe yên Arjantînê girt ku wan mafê xwe yê ji bo kurtajê bi dest xistine. Bi serkeftina têkoşîna wan em bi bîr tînin têkoşîna binketî tenê ew têkoşîn e ku em berdidin û dema em di kolanan de ne, dema em jin bi hev re xwe rêxistin dikin û piştgiriyê didin hevdu, wê demê azadî pêkan e. Di vê sala nû de coşên mezin li benda me ne. Em ê bi jinên Zapatîstayê ya Meksîkayê û rêwîtiya xwe ku bidin destpêkirin ji bo hemû cîhanên berxwedêr ên li çep û jêr in, bînin cem hev, avakirina vê tora cîhanî ya berxwedanê mezin bikin û bidin berdewam kirin.

Em dikarin gelek mînakên cuda cuda ku hêza lêgerîna azadiyê ya jinan raber dikin, bidin. Lê dem dema veguhertina vê hêza azadiyê ye, hêzeke rêxistinkirî ye, hêzeke ku ji asta herêmî heya cîhanî, bi awayekî enternasyonal têkoşîna giştî ji bo jiyaneke xweş û rast bi pêş dixe û hemû jinan, civak, gel û xweza bîne azadiyê ye. Tenê wisa be em bikaribin bêjin ku sedsala me rastî sedsala şoreşa jinan be.

Wekî jinên enternasyonalîst a Tevgera Azadiya Kurdistanê, em bi rêya vê rojnameyê dixwazin bi gel û jinên Kurdistanê re pêşxistina vê konfederalîzma cîhanî, têkoşîn û berxwedana jinan û bandor û îlhama ku şoreşa Kurdistanê li me dike, parve bikin.

Ji bo wê, di vê sal nû destpêkiriye de sedemên me zêde hene, ji bo em têkoşîna xwe xurtir bikin. Ji ber ku her jin dimeşin û pêşde diçin, pirtir jî pergala baviksalarî, kapîtalîzm û faşîzmê paşve diçin.

Wê demê werin, em bi hev re bimeşin. Jin Jiyan Azadî…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar