PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

KCK: Di 9’ê Çileyê de pêwîst e li Parîsê raperîna jinan pêk bê

Hesabpirsîna Komkujiya Parîsê ku 3 jinên şoreşger lê hatin qetilkirin, li Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û tevahiya cîhanê bi xurtkirina têkoşîna azadiya jinê dibe

KCK’ê bi boneya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCK’ê di daxuyaniya de ragihand ku wê sala 2021’an di xeta azadiya jinê de bibe sala azadî û demokrasiyê ji bo tevahiya mirovahiyê. KCK’ê destnîşankir ku jinan di sala 2020’an de bi bayê azadiyê ya Sarayan cîhan hejand, wê bi îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo ev têkoşîn bigihe astek nû.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Jinên cîhanê wê têkoşîna xwe ya li dijî paşverûtiya serweriya mêr, faşîzm, sîstema mêtinger a dewletperest desthilatdarîperest, di sala 2021’ê de bi pêşengiya jinên Kurd xurtir bikin. Jin wê bi ruhê xwe yê azadiyê û bi dilxwaziya xwe, mirovahiyê li her cihî bigihînin jiyaneke azad û demokratîk. Sala 2021’ê di xeta azadiya jinê de wê bibe sala azadî û demokrasiyê ji bo tevahiya mirovahiyê.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye: “Em hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi rêzdarî bi bîr tînin ku 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin. Soza xwe ya ji bo pêkanîna Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Azad dubare dikin. Em hevrê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar jî bi rêz û minet bi bîr tînin ku meha çileyê ji aliyê dewleta tirk a mêtinger qirker ve di dema berxwedana xwerêveberiyê de hatibûn qetilkirin. Bi van şehadetan re meha çileyê bû ‘Meha Şehîdên Jin’. Kurdistana Azad û Xweser ku hesreta wan bû, wê teqez bê pêkanîn.

Ev bûyera kuştinê ya li navenda Parîsê hate kirin, ji aliyê MÎT a ser bi Tayyîp Erdogan ve hate plankirin, hat birêxistinkirin. Yê ku fermana vê êrişê da jî Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan bû. Dewleta tirk li welatekî Yekîtiya Ewropayê bi rengekî eşkere sûc kiriye. Sê şoreşgerên hatin qetilkirin li Parîsê bi rengekî legal di çarçoveya qanûnan de karê siyasî dikirin. Fîdan Dogan (Rojbîn) li buroya Enformasyona Kurd a lê dixebitî hate qetilkirin. Hevrê Rojbîn bi rêya vê buroyê gelek caran bi wezîr, parlamenter, siyasetmedar û rêxistinên civakî yên sivîl ên Fransayê re hevdîtin kir. Lewma her sê jin ên şoreşger li Parîsê ya ku hikumeta Fransayê ji ewlekariya wê berpirsyar e hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê divê Fransa di vê mijarê de dewleta tirk darizîne. Eger Fransa îdîa dike ku ew dewleteke hiqûqê ye, hingî neçar e ku vê bike. Ji ber ku hikumeta Fransayê jî, sîstema wê ya dadgeriyê jî, raya giştî ya Fransayê jî zanin ku ev komkujî bi fermana hikumeta Komara Tirkiyeyê hatiye kirin. Heta ku ev darizandin bi her awayî pêk neyê û rastî eşkere nebin, wê gelê kurd dest ji hikumeta Fransayê neqere.

Hevrê Sakîne Cansiz (Sara) ya li Parîsê hate qetilkirin yek ji damezrînerên PKK’ê bû. Ji bo PKK bibe partiyeke jinê bi roleke girîng rabû. Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo got, ‘Fîşeka li Sakîne ket, berdan min’. Di heman demê de, di şexsê hevrê Sara de ev fîşek berdan jinên cîhanê hemûyan. Ji ber ku hevrê Sara ne tenê pêşengeke tevgera azadiya jinê bû, di heman demê de pêşenga jinên cîhanê bû. Ji ber vê yekê berpirsyariya Parîsê ye, yanî berpirsyariya hikûmeta Fransayê ye ku hesabê vê kuştinê bipirse. Naxwe, di serî de jinên li Parîsê wê jinên cîhanê hemû bi dewamî hesab ji hikûmetên Fransayê bipirsin.

Mirina endamê MÎT’ê yê ku komkujî kir, bi guman e. Ya tiliya îstîxbarata Fransayê ya jî ya MÎT’ê di mirina wî de heye. Nêzîkatiyeke saf e ku mirov bêje bi rengekî normal mir. Ji ber qetilkirina 3 jinên şoreşger ên kurd, Fransa û Tirkiye neçar bûn li ber hev rabin. Dibe ku ji îradeya Fransayê nedihat ku gaveke wiha biavêje, lewma kuştina vî kujerî ji nedîtî ve hat. Lewma nixumandina komkujiyê wê Fransayê bike hevkarê vî sûcî. Heta ku ev komkujî neyê ronî kirin, heta ku dewleta tirk ji ber vê komkujiyê neyê darizandin, dewleta Fransayê wê timî bê sûcdarkirin.

Hesabpirsîna Komkujiya Parîsê ku 3 jinên şoreşger lê hatin qetilkirin, li Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û tevahiya cîhanê bi xurtkirina têkoşîna azadiya jinê dibe. Bi ruhê jinê ya azad ên Sara, Rojbîn û Ronahî şoreşa azadiyê ya jinê bi pêş dikeve, hesab ji paşverûtiyên bi serweriya mêr tê pirsîn. Dawî li desthilatdariyên faşîst paşverû yên mîna dewleta tirk tîne. Lewma divê 9’ê Çileyê bibe roja bilindkirina têkoşîna azadiya jinê ya cîhanê. Ne tenê jinên kurd, jinên ji Parîsê, Fransayê, Ewropayê û tevahiya cîhanê divê bi berpirsyariyeke wiha rabin. Di her 9’ê Çileyê de pêwîste li Parîsê raperîna bi ruhê azadiyê yê jinê pêk bê.

Sara hatibe qetilkirin jî ruhê wê yê azadiyê bûye ruhê raperînê yê jinên cîhanê. Ruhê azadiyê yê Sara, ruhê jinên ku civaka neolîtîk afirandiye yê di vê serdemê de ye. Çawa ku di civakîbûna destpêkê de rola jinê diyarker bû, di serdema heyî de jî jin wê bi daxwaz û ruhê azadiyê yê Sarayan mirovahiyê bigihînin şaristaniya civakîparêz a demokratîk.

Jinan di sala 2020’î de bi bayê azadiyê yê Sarayan cîhan hejandin. Di sala 2021’ê de jî bi îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo, têkoşîna azadiyê ya jinên kurd ku ji cîhanê re pêşeng û mînak e, wê bigihêje asteke nû. Jinên cîhanê wê têkoşîna xwe ya li dijî paşverûtiya serweriya mêr, faşîzm, sîstema mêtinger a dewletperest desthilatdarîperest, di sala 2021’ê de bi pêşengiya jinên kurd xurtir bikin. Jin wê bi ruhê xwe yê azadiyê û bi dilxwaziya xwe, mirovahiyê li her cihî bigihînin jiyaneke azad û demokratîk. Sala 2021’ê di xeta azadiya jinê de wê bibe sala azadî û demokrasiyê ji bo tevahiya mirovahiyê.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar