Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Welatiyên hejar baca xeletiyên hûkumeta başûr dide

Ji ber zêdebûna nirxê kelûpelan, bilindbûna nirxê dolar, nebûna muçe û bê pilaniya hikûmetê jiyana welatiyan hîn zêdetir zehmet bûye

Navenda Nûçeyan

Welatî diyar dikin êdî ew tenê dikarin pêdiwîstiyên sereke yên rojane û erzan bikirin.

Ji ber bilindbûna nirxê dolar, nirxê pêdiwîstiyên rojane jî zêde bûne, ji bo mînak, destpêkê nirxê kîsek birincê 10 kîlo bi 18 hezar dînar bû, lê niha bûye bi 21 hezar dînar. Yek setila ron ya çar kîlo destpêkê bi 6 hezar dînar bû, lê niha bi 9 hezar dînare.

Piraniya kelûpelên li nava bazarên başûrê Kurdistanê ji derve de tên. Ji bona wê her wextek nirxê dolar zêde bibe, yekser kelûpel giran dibin û ev yek jî bandorek nerênî li ser welatiyan dike.

Welatiyê bi navê Refîq Ehmed li nava bazara navçeya Seyîdsadiq dikana wî ya xurakên hişk heye. Refîq diyarkir giranbûna tiştan ne bi destê wane, ji berku ew hemû tiştî bi dolar dikirin.

Welatiyê bi navê Serwer Xerîb jî da zanîn muçe nayê dayîn, ji ber bilindbûna nirxê dolar jî nirxê her tiştî giran bûye. Serwer got, vê yekê jî jiyana welatiyan gelek zehmet kiriye. Her wiha diyarkir welatiyên hejar baca xeletiyên desthilatê dide û wiha domand; “Ger hûkumet jiyana welatiyan li berçav negire û kontrola bazarê neke, wê rewş hîn xirabtir bibe.”

Dikandarê bi navê Mehmud Ehmed jî da zanîn welatî tenê tiştên erzan dikirin û ew nikarin kirêya dikanên xwe peyda bikin. Mehmud diyarkir ger berê rojane wan bihayê 100 hezar dînar tişt bifirota, niha ew bihayê 30-40 hezar dînar tişt difiroşin.

Her wiha Mehmud Ehmed got, hûkumet ji bo rewşa heyî bê pilane û da zanîn ti komîsyonek di nava bazarê de nagerin daku bikarin ji bo dikandaran nirxek diyarkin.

Nêzî heft sal in li başûrê Kurdistanê qeyranek darayî heye, Hûkumeta başûr xemsar nêz dibe û nikare qeyranê çareser bike. Li ser muçe û budce li gel Bexdayê lihev nake û vê yekê jî barê li ser milê welatiyên başûrê Kurdistanê girantir kiriye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar