Neviyê rêberê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza, Rustem Polat ê 70 salî ku li bajarê Mainz ê Almanyayê dima, vê serê sibê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Zarokên Polat ji bo cenaze bînin Dêrsimê ketin nava hewldanan.
Polat seranserî jiyana xwe li cenazeyê kalikê xwe Seyîd Riza û qûrbaniyên Dêrsimê yên hatine darvekirin û şûna gorên wan nayê zanîn, geriya. Polat beriya mirina xwe wiha gotibû: “Ez dixwazim biçim serdana gora kalikê xwe û li ser gora wî find pê bixim û diayan bikim.” DÊRSIM