Ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarên Salzgîtter û Lebenstedtê hatin bîranîn. Civîna bîranînê bi pêşengiya Meclisa Jinan a Berçem Cîlo ya Salzgîtter-Lebenstedtê hat lidarxistin.
Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna her sê jinên şoreşger dest pê kir. Piştre li ser jiyan û têkoşîna wan axaftin hatin kirin.
Bîranîn bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû. SALZGÎTTER